Serokê Kurdolojiya INALCO li Zanîngeha Sorbonê Îbrahîm Seydo Aydogan ragihand ku ku perwerdehiya mamosteyên zimanê kurdî bi taybetî ji bo welatên Ewrupî bi fermî hatiye qebûlkirin.

Îbrahîm Seydo Aydogan, ku niha di vê rewşa koronayê de derdora 360 şagirt-mamoste û akademisyenên Kurd li ser metodoloji û lêkolînên zanistî, wêjeya Kurdî a klasîk û modern, zimannasi û ferhenga Kurdî bi rêya onlinê perwerde dike di peyamekê de wiha got: “Îroj Zanîngeha INALCO’yê (Zanîngeha Sorbonê) bi awayekî fermî qebûl kir ku meha Tîrmehê sala 2020 perwerdehiya mamosteyên kurd were kirin û diplomaya wateyî bide wan kesên ku bi ser bikevin”.

Serokê Kurdolojia INALCO/Zanîngeha Sorbonê diyar kir ku diplomaya dawiya pêrwerdehiyê dê bi du armancan be û asta zimanî jî diyar bike ew jî: Diplomaya mamostetiya kurdî û Diplomaya asta zimanî C2.

Perwerdehiya ser Zoomê ji bo mamostetiyê û asta zimanî, ji 6 heta 10ê tîrmehê ye. 11-12-13 tîrmeh ji bo azmûnê ye ku ew dê bi nivîskî û devkî nîqaşeke zanistî li ser mijareke ji berê de bi beşdêr re diyarkirî ligel beşdariya were kirin.

Belgeyên xwastî divê bi emaîlê werin şandin. Heger qeyda kesên ku serlêdanê bike were qebûlkirin, nameyekê elektronîk dê ji wan re were şandin; hingê ew dê bikarin qeyda teqez bikin û heqê perwerdehiyê li ser internetê bidin, da ku qeyda fermî were temamkirin.

Perwerdehî bi 450 euro ye. Dîploma dê bi kêrî mirov were ji bo mamostetiyê, wergêriyê û asta mirov a zimanî nîşan dide.

Belgeyên xwastî ev in: Kopiya nasname an pasaportê, CV, heger xebatên wan yên çapkirî hebin, kopiya wan, nameyek ku tê de behsa daxwaza xwe dikin û dibêjin ka çima vê perwerdehiyê dixwazin, kopiya dîplomaya dawîn.

Mercên beşdariyê jî ev in: Zanîneke baş a kurdî û dîplomaya (bi kêmanî) lîseyê.

RUDAW

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: