Nadir Rustî Peyvdarê Desteya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê ragihand: Virusa Korona ziyaneke zêde li kerta geştiyariyê gihandiye. Ji ber qedexeya hatin û çûnê di navbera parêzgehan û girtina navçeyên geştiyarî, hatina geştiyaran li Newroz û Cejna Remezana îsal da sifir bû. Ji ber wê yekê nêzîkî 150 mîlyon dolar ziyanê bi aboriya Herêma Kurdistanê gihandiye.

Li gor amarên Desteya Giştî ya Geştuguzariya Kurdistanê, li navbera salên 2009 heta 2013 kerta geştiyariyê li berdewam li geşbûnê da bû, 2013 sala zêrîna vê kertê bû. Li wê salê da 2 milyon û 952 hezar geştiyar hatibûn Herêma Kurdistanê, lê belê ji ber şerê Da’îş ve geşbûna vê kertê li salên 2014 heta 2016 rû li rawestanê kiribû. Bi cûreyek hatina geştiyaran sala 2014 beramber sala 2013 bi rêjeya % 48.2 û li sala 2015 bi rêjeya % 73.6 û li sala 2016 bi rêjeya % 45.7 kêm kir.

Her wiha Nadir Rustî ragihand: Lê belê li sê salên derbasbûyî de careke din ev kert rû li geşbûnê kir, bi cûreyek li sala derbasbûyî 3 milyon û 700 hezar geştiyar rû li Herêma Kurdistanê kiribû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: