Konsulxaneya Filistînê hat vekirin
Bi amadebûna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, duhî konsulxaneya giştî ya Filistînê bi merasimekê li taxa Bextiyarî ya bajarê Hewlêrê hat vekirin.
Serok Barzanî di merasima vekirina konsulxaneya filistînî de axaftinek kir û di axaftina xwe de got:
– Îro rojeke dîrokî ye bo gelên mezlûm ên kurd û filistînî. Ez kêfxweş bûm ku min di merasima vekirina konsulxaneya welatê Filistînê li paytexta Kurdistanê de beşdarî kir.
– Gelê Kurd serdana serokê Filistînê Mehmûd Ebas jibîr nake ku wek yekekm serokê welatên erebî serdana herêma Kurdistanê kir û bi serdana xwe gelek asteng şikandin. Îro jî em vê konsulxanê vedikin ku têkiliyên me yên dîrokî bidomin.
– Ez dixazim ji Nizmî Xuzûrî konsulusê Filistînê yê herêma Kurdistanê re bêjim; hûn di nav gelê xwe de ne, gelê kurd bi rêz û teqdîr ve dê hurmetê ji we re bigire.
Her di merasima vekirina konsolxaneya filistînê li Hewlêrê, konsulê Filistînê Nizmî Xuzûrî gotarek pêşkeş kir û got:
– Ez bi navê serok, hikûmet û serokatiya Filistînê spasiya serokê herêma Kurdistanê dikim ku di merasima vekirina konsulxana Filistînê de amade bû. Hûn ji dema Selahedînê Eyûbî ve piştgiriya xebata rewa ya Filistînê dikin.
Xuzûrî ku, di heman demê de sefîrê Filistînê yê Iraqê ye jî, got:
– Têkiliyeke dîrokî di navbera gelê kurd û gelê filistînî de heye, em hewl didin vê têkiliyê nerm bikin. Vekirina vê konsulxanê jî, nîşan dide em hertim hewl didin têkiliyên xwe bihêz bikin.
Digel konsolxaneya Filistînê heta nuha 24 welatên diyayê konsolxane û ofêsn xw yên nûneratiyê li herêma Kurdistanê vekirine.