Cîhan

Dawudoglu: Beşar Esed şaşiyên Qezafî û Sedam dubare dike

Ehmed dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de got ku hikûmeta Tirkiyeyê komeke cezayên abûrî li dijê Sûryeyê amade kirine û di wextek nêzîk de dê ji aliyê serokwezîrê Tirkiyeyê ve bên îlan kirin. 

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê got ku, Tirkiye ji bo hemû senaryoyan, heta pêkanîna herêmeke azad û aram li ser sînor bo wan kesên ji ber zilam rijêma sûrî direvin,  amade ye.

Dawudoglo ew yek jî got ku welatê wî Tirkiye naxwaze tedexula leşkerî li dijî rijêma sûrî çê bibe ”Lê ew ji bo hemû senaryoyan amade ne. Eger kuştian hevwelatiyan li Sûryê berdewam be, Tirkiye ji bo hemû tedbîran xwe amade kiriye. Ez hêvî dikim ku tedexula leşkerî ne pêwîst be, lê divê Sûrye rêyekê bibîne û bi gelê xwe ra aşitiyê bike. ”

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê got:

Serokê Sûriyê Beşar Esed şaşiyên serokê Lîbiyayê Muemer Qezafî û şaşiyên serokê Îraqê Sedam Hisênî dubare dike. Hêşta li pêşiya Sûriyê derfet maye ku destpêşxeriya Komkara welatên erebî qebûl bike û desr ji îşkenceya gelê xwe hilgire.

Back to top button