Konsulê nû yê Holendayê serdana Serokwezîr dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 05.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li konsulê nû yê Holendayê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir û şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi dîdara bi serokwezîrê Kurdistanê re nîşan da û berheviya xwe diyar kir ku têkeliyên navbera Kurdistan û Holendayê di hemû waran de zêdetir pêşde bibe.Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê nû yê Holendayê li Herêma Kurdistanê kir û jê re hêvî xwest ku di kar û çîalakiyên xwe de serkeftî be, piştevaniya xwe û ya saziyên hikûmetê ji bo kar û çalakiyên wî nîşan da û tekîd li ser zêdetir bihêztirkirina têkeliyên bi Holendayê re di hemû waran û bi taybetî di warê çandiniyê de kir.Serokwezîr ji bona wan hevkarî û alîkariyên di warê leşkerî û mirovî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike û bi taybetî beşdarîkirin di pirograma çaksaziyên wezareta karûbarên pêşmerge de, sipasiya hikûmeta Holendayê kir û hêvî xwest ew hevkarî berdewam bin.Rewşa herêmî bi giştî û serdana vê dawiyê ya Serowkezîrê Kurdistanê ji bo Holendayê hatin behs kirin û ew sernda bi serdaneke serkeftî hat nirxandin.