Polîtîk

Konserta piştgiriya şoreşa Sûrî pêkhat

Li Almanya bajarê Bonnê mezintirîn konserta piştgiriya şoreşa Suriyê hate çêkirin.

Li ser navê komîteya amadekar Akif Hasan û Yusuf Elo bi xêrhatina mêvanan kirin.

Di konsertê de hejmareke mezin ji hemwelatiyên Suriyê, ji Kurdistana bakur, başûr, rojhilat û gelek welatên din kes beşdar bûn.

Hunermendê navdar yê Ereb Semîh Şiqêr ku weke hunermendê şoreşê tê naskirin ligel hunermend Şivan Perwer stranên xwe yên herî xweş pêşkêş kirin.

Di konsertê de gelek stranbêjên din amade bûn.

Her wiha kurê Şêx Meşûq Xeznewî, Murşid Xeznewî, axaftinek pêşkêş kir.

Konserta serkeftî derbas bû.

(Avestakurd)

Back to top button