Cîhan

Amerîka Başûrê Sudanê naskir

Dewletên Yekbûyên Amerîka bi awayek fermî Sudan a Başûr naskir. Sudana Başûr bi encama referandumekî bi daxwaziya ji % 97 ji xelkê ji Sudan veqetiya û serxebûna xwe ragihand. Di serî de Sudanê serxwebûna vê dewleta nû ya serbixwe naskir.

Serokê Amerîka Barak Obama jî bi aweyek fermî ragihan dku ew serxwebûna Sudan a Başûr  nasdikin. Obama di daxuyaniya xwe de da kifşkirin ku,  Piştî xebateke dûr û dirêj ya gelê Başûrê Sudanê serxwebûna xwe bi îrada gel ragihandin. Amerîka bi serxwebûna Başûrê Sudanê xweşhal dibe.

Back to top button