Leşkerên xelkê nekujin ew bi xwe tên kujtin
Her weha heman jêderê ragihand ku, kuştina leşkerên Sûriye ne bi şêweyekî di nav pevçûnan de tên kujtin lê ya rast biryar ji rayedarên bilindên rejîma Sûriye derketiye ku di belav kirina xwepêşanderan de, divê leşker çekê xwe kar bînin û yên ku vê biryarê pêkneyênê; dê para wan kujtin be.
Rêxistinê da zanîn ku, wan ji 12 leşkerên ku reviyane Libnan û Tirkiyê rastiyên fermanên rayedarên xwe ji bo wan eşkere kirine û gotine ku, ” Eger her leşkerê ku fermana kujtina xwepêşanderan pêkneyînê dê berê xwe bidê kujtinê”.
Li ser vê yekê, di raporê de, diyar kirine ku wan çendîn belge û zaniyariyên hûr li ser çawetiya bikaranîna zoriyê li hember xwepêşanderan bi destxistine.
Her di vê îna bûrî de hêzên rejîma Sûriye li çend bajaran15 kesên sivîl di xwepêşanderên aşîtiyane de kujtine.
Ji despêka bûyerên Sûriye ve ku ji 15 Adara 2011-ê hatibû despêkirin bihtirî 1300 kesî hatiye kujtin piraniya wan bi guleyên hêzên ewlehiyê û di xwepêşandanên aşîtiyane de hatine kujtin, ev li gorî agahdariyên rêxistinên ne hukûmî ne.