Polîtîk

Kongreya rojnamevanên Kurdistanê dest pê kir

Îro li Hewlêrê kongreya 3emîn ya rojnamevanên Kurdistanê dest pê kir û biryare sê rojan berdewam bike.
 
Îro  sibehê li bajarê Hewlêrî 3emîn kongreya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di bin navê “Bo çespandina azadiya rojnamevanî, mîsogerkirina maf û baştirkirina rewşa rojnamevanan” dest bi kar û çalakiyên xwe kir û biryare sê rojan berdewam bike.
 
Kongreya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi tevlîbûna nêzîkî 300 endaman, ji wan jî 83 endamên PDKê, 73 endamên YNKê, 32 endamên Yekgirtûya Îslamî, 20 endamê partiya Komunîst, 5 endamê Goran, 11 endamên Komela Îslamî, 15-20 endamên Xiristiyan, 5 endamên Partiya Sosyalîst, 5 endamên tirkmen, 5 endamên Zehmetkêşan û 7 endamên ji herêmên cûda yên herêma Kurdistanê dest pê kir.

PDKê berbijarê xwe bo posta serokê sendîkaya rojnamevanan bi hilbijartineke navxweyî diyar kiriye, YNKê ji wan sê berbijarên wê yên ku hene yekî ji wan berbijar dike bo cîgirê serokê sendîkayê. Goran tevî lîsteya îtîlafîya digel PDK û YNKê nabe, Komel û Yekgirtu jî biryar dane vê carê tevî vê lîsteyê nabin.
 
 
Her çiqasî biryar bû di rojên 22-24.02.2011 sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê 3mîn kongireya xwe girêbide, lê ji ber xwepêşandanan bipaş ket heya rojên 21-23ê vê mehê, ku li Hewlêrê bi beşdariya 296 endaman birêve diçe.
 
Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hamid Mihemed Elî dibêje: “Di vê kongirê de behsa rewşa rojnamegeriyê, azadiya rojnamegerî li Herêma Kurdistanê, meseleya endamtiya sendîkayê û hejmara zêde ya endaman, kêmkirina navnîşanên rojnamger tê kirin, ji xênî diyarkirina stratejî û mêkanîzmên nû yên karkirina sendîkayê di qonaxa bê de. Sererastkirina peyrewa navxwe ya sendîkayê, yasaya hejmar 35ya karê rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê tê kirin, herwiha yekalîkirina rojnamegerên ku li derveyî sendîkayê ne.”
 
Li gor Hamid Mihemed Elî, sendîkaya rojnamegeran xwediya nêzîka 5 hezar û 500 endam e, lê di amadekariyan de bo hilbijartinê bo kongireya bê ji wan re derket tenê 3 hezar endamên aktîf aboneyên xwe dane: “Lewma dixuye jêstandina endamtiyê ji wan 2 hezar endamên sendîkayê têxin ber destê kongire û stafa bê ya sendîkayê.”
 
 
Berpirsê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Ferîd Zamdar ku yek ji berbijarên rojnamegerên YNKê ye bona wergirtina postê cîgirê serokê sendîkaya rojnamevanan got, diyarkirina postê serok û cîgirê serokê sendîkaya rojnamevanan: “Li gor rêkkeftina siyasî ye, li gor lihevkirina YNK û PDKê, serokê yekîtiya nivîskarên Kurd dan YNKê û cîgirê wî jî çû ji PDKê re, bi vî rengî jî serokê sendîkaya rojnamevanan jî bo PDKê û cîgirê wî bo YNKê dibe.”
 
Li gor agahiyan di nava ragehandina YNKê de Enwer Husên, Şiwan Dawûdî, Ferîd Zamdar dixwazin xwe bo cîgirê serokê sendîkayê berbijar bikin, ku heye di hilbijartineke navxweyî de endamên YNKê di kongireya sêyemîn ya sendîkayê de, berbijartina yekî ji wan yekalî bikin, her weke çawa PDKê ev bi hilbijartineke navxweyî di navbera Şêrko Hebîb û Azad Hemedemîn de yekalî kir bo postê serokê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê, ku di encamê de Azad Hemedemîn derket, ku vêga berpirsê liqa Hewlêrê ya sendîkayê ye û berê sekreterê nivîsîna rojnameya Xebat bû.
 
Berpirsê Liqa Kerkûkê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Letîf Fatîh Ferec ku li ser beşê YNKê piştî kongireya dûyem ev berpirsiyaretî wergirtiye, ligel ku bêhêvîtiya xwe ji kongireya sendîkayê nîşan dide, dibêje: “Pêdiviya sendîkaya rojnamevanan bi reformê heye”, nîgeraniya xwe ji tewafuqa hizbî nîşan dide û dibêje: “Nabe rojnamevan vêya qebûl bikin çimkî tewafuq hilweşandina demokrasyê ye. Kengî rewaca wê yekê maye postên sendîkayê 4 salan bo zer û 4 salan bo kesk be, ev şerm e û nabe rojnamevan qebûl bikin.”
 
Li gor agahiyên Rûdawê şandeke ragehandinê ya YNK û PDKê serdana Tevgera Goran, Yekgirtu û Komele kirine bo gazîkirina wan di beşdarîkirinê di lîsteya îtîlafa pêkanîna civata sendîkaya rojnamevanan de. Lê belê çavkaniyeke agahdar ji Tevgera Goran ragehand: “Bersiva Goran ew bû ku naxwaze tevî civata sendîkayê bibe, ger tevî bibin, tevî hikûmet û postên bilind û tevahiya sîstema siyasî ya Kurdistanê dibin.”

Back to top button