Kongreya PDK-ê Hewlêr dixemlîne
Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê sibehî li Hewlera paytext destpê dike. Li gora agahdariyên berpirsên amadevanên kongreya 13-ê didin 1350 mêvan hatine vexwandin. Mêvanên kongreyê ji partiyên siyasî, dîplomatên welatên biyanî, siyasetmedar, rewşenbîr dezgehên sivîl û ji kesayetên kurd û biyanî pêk têne.
Ji doh êvarî ve destpêkiriye mêhvan têne Hewlêr. Bayê kongreyê li hemî deverên hewlêr tê. Hotêlên hewlêr hemî ji bo mêvanan hatine girtin. Kongreya PDK-ê cara yekem e ku bi organîzasyonekî bi vî awayî mezin tê pêkanîn.
Ji bo serkeftina kongre bi awayekî baş hemî tedbîr hatine girtin. Jongreyê 13-ê dê bi gelek awayîve bandora xwe siyaseta herêma Kurdistanê bike. Li hewlêr bi sedan kurdên ji beşên din û ji derveyê welat li lobiyên otêlan de hev dibînin û li ser pirsan gengeşeyên siyasî dikin.