Nivîsar

Kongreya Netewî û BDP

Eve demeke gelek dirêje pirsa kongreya Netewî di rojeva tevgera azadixwaz a kurd de ye. Piştî îstiqrarbûne rewşa herêma Kurdistanê li Başûr û vê yekê ve girêdayî alozbûna nexweşî û tundî û tujiya di navbera tevgera kurd de, serokê Kurdistanê Mesud Barzanî behsa civîna kongreyek netewî kir. Hinek cara amadebûn jî ji bo civîna kongreyekî bi vî awayî hate kirin. Lê rewşa siyasî dest neda ku ew kongre pêkwerê û ji carekî gelektir jî civandina kongreyek netewî şûnde hate dayîn.

28.29/01/2012-ê li Hewlêr bi insîyatîfa serokê Kurdistanê  kongreya kurdên Rojava hate pêkanîn û serokê Kurdistanê di vê kongreyê de axavtinek kir. Barzanî di axavtina xwe de behsa rolê yekdengiya kurdan kir û herweha cardin kongreya netewî anî rojevê.

Serokê Kurdistanê di derbarê kongreya netewî de got: “ Her bi vê helkeftê min divêt balbikşînim li ser wê yekê ku her di vê salê de emê kongreyeke berfireh ya hemû hêzên Kurdistanî li her vî cihî encam bidîn. Mebest jî ewe em yek xîtaba Kurdistanî belav bikîn bo wan hemû milletên ku em pêkve dijîn, bo cîhanê jî, em milletekî aştîxwazîn, di dîrokê de xedreke mezin li vî neteweyî hatiye kirin. Em têdigihîn ku îro em di çi rastiyeke dene, û ne mumkune em dev ji xebata xwe berdin lê xebateke aştiyane û xebateke demokratîk xebateke bi diyalogê. Ew zeman çû înkara hebûna kurd bête kirin, zemanê çekê jî çû. Îro zemanê mantiqe, zemanê aştiye, zemanê demokrasiyê ye, zemanê pêkvejiyanê ye, zemanê rûpeleke nû ye li navbera milletan de.

Mebesta me ji vê kongreyê ewe em destê birayetiyê û aştiyê dirêjbikin bo birayên me yên ereb, tirk û faris. Ji bo cîhanê jî bibêjîn, em milletekî aştîxwazîn, ne bi şer û çek, belku bi mantiq û bi awayeke aştî emê berdewambîn li ser xebata xwe û daxwaza mafên xwe bikin. “

Serê meha Sibatê şandek a BDP-ê ji bo di derbarê kongreya netewî de hevdîtina bikin serdana Başûrê Kurdistanê kirin û gelek partî û dezgehan re hevdîtin kirin. Şanda BDP-ê da xuyakirin ku mercên  civandina kongreyek netewî pêkhatine û her weha niha deme ku kongreya netewî bicive. Şanda BDP-ê da xuyakirin ku divê kongreya netewî ji berî Newrozê bicive. Yanî li gora BDP-ê meha Adarê bila kongreya netewî li Hewlêr bicive.

Eger ew merc hatibin ku wek serokê Kurdistanê dayî xuyakirin, kurd bi rêya kongreya netewî bikaribin peyama aşitiyê bide welatê cîran û cîhanê dê hingê kongreyek netewî bigihe armanca xwe.

Lê di rastiyê de heta di navbera dewletê û PKK-ê de çek bê deng nebin û şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê dawî neyê, ev tê wê wateyê ku,mercên civîna kongreyek netewî jî pêknehatine.

Gelo dema BDP dibêje ku mercên pêkanîna kongreyek netewî hene û divê ev kongre di meha Adarê de bicive, armanca wan çîye? Xwezî ew bi xwe xwediyê biryara sekinandina şer bûna û ji bo çareseriyê ji bo pêkaniya aşitiyê ji aliyê xwe ve xwedî îrade û helwest bûna.

Hinge dê gelek pirs bi awayek zelaltir bihatan gotubêj kirin û di xebata destxistina mafên rewayê gelê kurd de metodên demokratîk bihatan karanîn û herweha rêya diyalogê bibûya bingeh.

Ji aliyek din, di derbarê kongreya netewî de, Cemil Bayik ragihand ku, ew kongreya ku, PKK di tê de amade nebê, nabê kongreyek netewî. Niha dera ku berpirsek PKK-ê xeber bide tu rolê BDP-ê tuneye. Na eger BDP li himber vê yekê jî dîtina xwe bêje û ji bo pêkanîna kongreyek netewî xwe amade dibîne, ev dibe tiştek din û herweha tiştek nûjen.

Niha daxwaziya civîna kongreyek netewî tişteke û heyîna mercên kongreyê li gora çerçova ku serokê Kurdistanê dayî kifşkirin tiştek dine. Divê em ji bîr nekin ku îrada civîna kongreyek netewî li Hewlêr e. Ji bo pêkanîna mercên kongreyê jî karek baş tê kirin.

Dema mirov behsa daxwaziya pêkanîna kongreya netewî dike, divê ji bo amadekirina zemînê kongreyê kar bike. Wan mercên pêwîst pêkbîne.

Ji bo vê jî îradeyek azad pêwîste.

11.02.2012

Dara Bilek
 

Back to top button