Polîtîk

Kongreya awarte ya SP-ê dicive

Îro li Enqere partiya Saadetê (SP) kongreya xwe ya awarte dartêxe. Wek tê zanîn ji berî niha demekî kongreya partiyê hatibû kirin. Lê di kongreyê de encam ne wek daxwaza Necmettîn Erbakan bû. Ji bo vê yekê layengirên Erbakan dijê encamên kongreyê derketin û li dadgehê doz vekirin ku encamên kongreyê neyên qebûl kirin.

Dadgehê li gora daxwaziya layingirên Erbakan gihat encamekî û biryara pêkanîna kongreyek awartre da. Li ser vê yekê serokê Partiyê Numan Kurtulmuş û gelek hevalên xwe ji SP-ê veqetiyan û niha helwdidin ku partiyek nû ava bikin.
Kongreya SP-ê îro li Enqere çêdibe lê tenê Erbakan û hevalbendên xwe di kongreyê de amade dibin.

Back to top button