Em ji BDP-ê behtir mafên kurda diparêzin
Serokwezîrê Tirkiye Erdogan di civäna partiya xwe ya li Kizilcahamamê de axavtinek kir. Di beşek axavtina xwe de behsa rewşa kurda kir. Erdogan di vê axavtina xwe de da diyarkirin ku kesekî wek wan heta îro mafên kurdan naparastiye, herweha idia kir ku tu asteng li pêşiya kurdan tunene.
Erdogan di beşek axaftina xwe de got: Di dema me de gelek gavên mezin ji bo azadiyê hatine avêtin. Me astengên pêşiya kurdan rakirin.Me televizyona kurdî vekir, li zanîngehan beşên zimanê kurdî vekirin, kurd dikarin di kursên taybet de zimanê xwe fêr bibin. Ka gelo kurd hê çi dixwazin? Ew kesên li ser navê kurda siyasetê dikin bila gavên zêde navêjin. Em ji wan behtir mafên kurdan diparêzin.
Herweha Erdogan da diyarkirin ku, BDP mafên kurda naparêze Ak-Partî ji BDP-ê behtir mafên kurdan diparêze. Erdogan ragihand ku, bila kurd ji vê rewşê memnunbin hinek jî bila zêde tevlîheviyê nekin.