Kongerêsê biryarda; Amerîka konsolxaneyê li Hewlêrê vedike
Îro Kngerêsa Amerîkayî bi biryara jimare 873 biryar de ku Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) konsolxaneya xwe li Hewlêrê patyexta herêma Kurdistana Îraqê veke.
Ev biryara kongerêsa Amerîkayê ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re pêngaveke gelek giringe. Her wesa av biryara DYA yê nîşana aramî û îstîqrarriya herêma Kurdistanê nîşan dide.
Çavdêrên sisyasî, diplomasî û aborî dibêjin ku vekirina konsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê fekterekê giring yê pêşxistina têkeliyêna di navbera her du aliyan bi taybetî di warê tûrîzim û berhemaînanê ye.
weke tê zanîn ev demek dirêj bû hikûmeta herêma kurdistanê digel Amerîkayê di nav danûstandinan de bûn da Amnerîkayê razî bikin ku konsolxaneyê li Hewlêrê vekin. diplomasiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serket û dê DYA konsolxaneyê li Hewlê rê veke.