Hevpeyvîn

Konfranasa Hewlêrê payama piştgirya kurdên rojava bû

 

Rojên 28 û 29ê Çileyê revenda kurd ya rojavayê Kurdistanê li Ewropa kongreya xwe li bajarê Hewlêrê saz kirin. Beşdarvanên kongrê dibêjin ku ev kongre peyamek bû ku kurdên rojava ne bê pişt û piştgir in. Kongre di demekê de hat li dar xistin ku rejîma desthilatdar a Sûrî her ku diçe bêtir dikeve bin guşara navxwe û derveyî.

Bi amadebûna zêdeyî 250 nûner û çavdêrên siyasî, yekem kongra revenda kurdên rojavayê Kurdistanê li Ewropa, di bin slogana ‘mafê çarenivîsê û Sûriyeke demokratîk’ li bajarê Hewlêrê hat sazkirin. Kongre du rojan dirêj kir û di roja yekê ya vekirina kongrê de serokê Herêma Kurdistanê, serokê parlamento û serokê hikûmetê amade bûn, ku ev jî ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê nîşaneke eşkere ye. 

Barzanî peyam şand

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotarekê de bo endamên kongrê, tekezî li ser girîngiya wan guherînan kir ku li deverê rû didin û soz da wan ku piştgiriya biryarên kongrê bike û got: “Şertê piştgirîkirina me ji we re yekrêzî ye. Heya ku rewş yekalî dibe dev ji partîtiya berteng berdin û rêya kurdatiyê peyrew bikin.”

Endamê komîteya danûstandina Civata Niştimaniya Kurd li Sûrî ligel dijberiya Sûriyê li Qahîreyê, Kamîran Haco got: “Kurdên rojava bi damezrandina Civata Niştimaniya Kurd nêzîkê hevdû bûne. Serokê Herêma Kurdistanê hest bi wê nexweşiyê dike ku çend sal in pêsîra bizava kurd li rojava girtiye. Partîriya teng gelek astengî li ber siyaseta kurdan derxistiye.”

Haco, herwiha got ku peyama serokê Herêma Kurdistanê bêtir ji wan alî û rêxistinan re bû ku heya vêga li derveyî Civata Niştimaniya Kurd mane: “Em hêvîdar in hêzên ku li derveyî civata niştimanî ne tevî nav rêzên civatê bibin. Di heman demê de pêwîst e hemû aliyên ku di nav civatê de kar dikin, mantiqa karê xwe biguherin. Jiber ku tenê ev me digihîne qonaxa serkeftinê.”

Rojavayê Kurdistanê gellek qurbanî dane

Bi baweriya endamê Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê Kamîran Hac Evdo (Kamîran Bêkes), piştgiriya Herêma Kurdistanê bêyî yekkirina rêzên kurdan li rojavayê Kurdistanê bê berhem dimîne: “Divê pêşî em bi xwe piştgiriya xwe bikin, ku ev jî bi rêya yekîtiyê pêk tê.”

Li gor endamê şanda civata niştimanî ya kurd li Qahîreyê  Sededîn Mela, sazkirina kongrê li Herêma Kurdistanê gelek nîşanan dide: “Girêdana kongrê li Hewlêrê bo dijberiya erebî li Sûrî peyamek e û herwiha bo welatên dever û cîhanê jî ku Kurdên rojava ne bê pişt û piştgir in. Ger Kurdên Sûriyê rastî xeterê bên, perçên din ên Kurdistanê bêdeng nabin.”

Rojavayê Kurdistanê bi dirêjiya dîroka bizava azadîxwaz li parçeyên din ên Kurdistanê xwedî beşdariyeke aktîv bû û gellek qurbanî dane. Bi dîtina Kamîran Bêkes, girêdana kongra revenda kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistanê bo perçeyên din berhema qurbaniyên Rojavayê Kurdistanê ye: “Ev demeke serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe bo gelê kurd li Sûrî tekez dike û daxwaza yekîtiyê li wan dike. Zêdeyî carekê gazî nûnerên kurdên Sûriyê kir û piştgiriya xwe ji wan re nîşan da, em hêvîdar in birayên me li hemû parçên din ên Kurdistanê heman helwêsta serokê Herêma Kurdistanê peyrew bikin.” 

Bang li rexistinên li derveyî civata niştimanî nehat kirin

Di kongrê de hest bi wêya dihat kirin ku piraniya nûnerên kongrê ji wan kesan bûn ku nêzîkî civata niştimanî ya kurdî ne. Kamîran Haco got: “Tenê ew kesên nêzîkê civata niştimanî ya kurd hatibûn vexwendin. Biryar bû ew rêxistinên li derveyî civata niştimanî jî bihata gazîkirin bo kongrê, ev kêmasî ye, komîteya amadekar jê berpirs e.”

Bi heman awayî bi baweriya  Kamîran Hac Evdo, bo vê kongrê ligel hemû partiyên siyasî û şoreşvanên Rojavayê Kurdistanê şêwir nehatiye kirin û bi awayekî bêserûber endamên kongrê hatine destnîşankirin: “Kurdên Sûrî di çarçoveya Sûriyeke hevgirtî de daxwaza mafê çarenivîsê dikin, lê li salona kongrê li tenişt ala Kurdistanê ala Sûrî nehatibû hildan.”

Mihemed Ehmed Salo, li zanîngeha Qahîreyê ku bo dîploma bilind di yasa de dixwîne û ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye, hêvîdar e ev kongre bibe rawestgehek bo yekkirina rêza kurdan li Sûriyê: “Ne ji ber xatirê partiyên siyasî hatime kongrê, lê bo Kurdan hatime da ku li ser siyasetvanên kurd bibim hêzeke zextkirinê da ku bibin yek. Hêvîdar im siyasetvanên me baş peyama serokê Herêma Kurdistanê bixwînin, têgeha yekîtiyê û dûrketinê ji partîzaniya berteng peyrew bikin.”

KCK: Kongra Hewlêrê pirraniya gel temsîl nake

Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê bal kişand ser kongra Hewlêrê û got; “Kongreya ku li Hewlêrê pêk hat, tenê hin alî beşdar bûn. Ev kongre pirraniya gel temsîl nake. Ji ber wê jî ev civîn li hemberî yekitiya vê parçeyê weke derbeyekê ye û hewldana kûrtkirina parçebûnê ye.” 

Serokatiya Konseya Rêvebera KCKê di daxuyaniyekê de nerazîbûn nîşanî civîna li Hewlêrê da û diyar kir ku ev civîn temsîla pirraniya Kurdên Rojava nake. Di daxuyaniya KCKê de hat gotin; “Di axaftin û daxuyaniyan de banga yekitiya neteweyî dikin, lê di pratîkê de li gorî vê yekê tevnagerin, ev helwestek ne rast e.” (Rûdaw)

 

Back to top button