Karesata 1-ê sibatê nayê ji bîrkirin
Her kî milletê Kurd berbi Azadiya welatê xwe ve diçe, dijminên milletê Kurd û nukerên wan har û din dibin.
Berî niha bi 8 salan ji bo pêşiya serkeftina milletê Kurd li Başûrê Kurdistanê bê girtin.Li Hewlêrê Herîsşekî teroristî rûda.
Weke tê zanîn di yekê sibata sala 2004-ê de, di roja yekê a cejna Qurbanê de, terorîstan di baregayê liqa du a Partiya Demokrat a Kurdistanê û malbenda sê yê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê de xwe teqand di encama vê kiryara terorîstî de hêjmareke serkird, qadir û pêşmegeyên PDK-ê û YNK-ê bi tevahî 105 kes şehîd bûn û zêdeyê 200 kes jî birîndar bûn.
Em wê hêriş a terorîstî, û herweha her herişên li ser milletê Kurd, ji ku û ji kê bê, mehkum û rureş dikin
Em şehidên karesata 1 Sibatêbi bira xwe tînin
Careke din dibejin keda şehîdan li erdê namîne.
SerÊê malbaten şehîdan, û serê milletê Kurd saxbe
Bijî kurd û Kurdistan.
PDK-Bakur
Rexistina Dervayê Welat