Konferansê netewî li Qamîşlo dicive

Li Rojavayê Kurdistanê tevgera Kurd ji bo yekrêzî û yek dengiya xwe li himber Şamê sibehî konferansê xwe pêktîne. Eve demek dirêj bû di nava ENKSê, PYDê û HSDê de ji bo yekrêziya Kurda li rojavayê Kurdistanê di çavderiya DYA û Fransayê de û pişgiriya Herêma Kurdistanê ji bo konferansek netewî di navbera hêz û aliyên siyasî de hevdîtin têne kirin.
Di encama van hevdîtinan de herî dawî fermandarê HSDê Mazlum Ebdî serdana Hewlêr kir û li gel wezirê Derve yê Fransayê civiya. Ebdî herweha li gel serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî civiya. Piştî van hevdîtina dema vegera rojavayê Kurdistanê jî roja li darxistina Konferansa Netewî eşkere kir.
Tê payîn ku zêdetirî 400 kes ji Rojava, Herêma Kurdistanê, Tirkiyeyê û bajarên cuda yên Sûriyeyê beşdarî Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş bibin.
Konferansa Kurdan ku bi salan e li Rojava tê nîqaşkirin, dê sibê were lidarxistin.
Hejmareke mezin ji mirovan dê beşdarî konferansa ku dê li Qamîşloyê bi sernavê “Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Rojava” were lidarxistin bibin.
Niha pirs ne ewe ku, ka dê kî ş çewe tevlî konferansê bibin. Pirsa bingehîn ewe ku, Konferans ji bo biryarek hevbeş a Kurdên rojavaya Kurdistanê bigihê encamekî .