CîhanPolîtîk

Konferansa Riyadê de ENKS nûnertiya kurda dike

Roja 8/10.12.2015ê Li Riyad a paytextê Suuai Arabistanê civînek navdewletî ji bo çareseriya pirsgirêka Suriye tê li darxistin.Ji derê PYD û HEVDEM ê hemû aliyên siyasî li Suriye hatine vexwandin. Di nava Kurdan de jî ENKS hatiye vexwandin.Li ser vê yekê hevserokê PYDê Salih Muslim dibêje:Civîn li ser daxwaza hin hêzên herêmî û navnetewî pêk hatiye. Civîn dê ne li gorî rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûrî û herêmê be.Muslim dide xuyakirin ku; PYD û aliyên di bin sêwana TEVDEMê de û her weha YPG nehatiye vexwandin. Muslim dibîjê ji bo vê jî tu cidiyeta vê civînê tuneye.Li gora aliyên siyasî li Suriye didin kifşkirin PYD xwe wek aliyê rejimê dide xuyakirin û herweha PYD di pêwendiyên xwe de di eniya rtejima Suriye de dixweyê. Konferans îro destpê dike, Di konferansê de,Îtilaf a Surî, ENKS di nava Îtilafê de, Desteya Hemahengiya Niştimanî û Teyar El Dewle amade dibin.Li gora hinek agahdariyên ku pêkhatina konferansê de xwedî rolên dibêjin Amerika jî nexwestiye PYD tevlî vê konferansê bibe.Bi vê ne tevlîbûna PYD ê, tê wateye ku PYD wek beşek ji rejima Esed tê hesibandin.Bê guman amadebûna kurda di van konferansên navdewleti de gelekî girîng e. Kurd daxwaziyên xwe û rolê xwe di pêşeroja Suriye de bi awayekî têxin di bin demanekî de.

Back to top button