Nivîsar

“Konferansa Kurd” Li Hewlêrê…

Wek raya giştî dizane û tê gotin di 24.08.2013-an de li Hewlêrê “Konferansa Kurd” dê bê li dar xistin. Divê ku her kurdek li ser vê konferansê raweste û nerînên xwe diyar bike. Ez jî bi salan e ku di derbarê “Konferans, an jî Kongre Kurd” de nerînên xwe pêşkêşî reya giştî dikim. Ez nûha jî dixwazim dîsa nerînên xwe pêşkêş bikim.

Konferansa Ocalan dikare bibe “Konferansa Milî a Kurd”…

Kurdistan, di sala 1639-an de encama Peymana Qesri Şêrînê bû du parçe û piştî Peymana Lozanê jî bû çar parçe. Kurdistan dema ku bu çar parçe, di heman dem de bû weletekî metîngehkar û kolonî. Loma jî her dem li pêş miletê kurd du armancên esasî hene. Armanca yekemîn, azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.      Armanca duyemîn jî, yekîtiya miletê kurd û Kurdistanê ye.

Dema ku miletê kurd xwest ku ev herdu armancên xwe pêk bîne, her demê li hemberî xwe du împeratorî û çar dewlet dîtine. Çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Fars, Ereban) li hemberî tevgera azadî û serxwebûna Kurdistanê, li hemberî yekîtiya miletê kurd û Kurdistanê, yekîtiyên stratejîk pêk anîne.
Ev çar dewletên kolonyalîst ji bona ku tevgerên milî li parçeyek pêş nekeve, pir hesas bûne û hêzên xwe yên çekdar û milîtarîst li hemberî miletê kurd bi hevbeşî bi kar anînê.

Dewletên kolonyalîst hem ji serxwebûna miletê kurd û hem jî ji yekîtita miletê kurd û Kurdistanê gelek tırsiyane. Loma li hemberî tevgêrên milî yên Kurdistanê û li hemberî avayiyên kurdistanî, wek mînak li hemberî Komara Kurdistanê ya Mehabadê  û Otonomiya Başûrê Kurdistanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê îtifaqên wek Cezayîrê pêk anîne.

Miletê kurd jî hem li hemberî kolonyalîzma Fars û Osmaniyan, hem jî li hemberî kolonyalîzma çar dewletan xwestine ku yekîtiya xwe pêk bînin.
Di dema Împeratoriya Osmanî û Farsan de Ehmedê Xanî ew daxwaza her dem aniyê ser zimên; ji bona ku kurd di nav xwe de yekîtî çê bikin jî hewil daye. Hezar mixabin ev yekîtiya di dema Ehmedê Xanî de pêk nehatiye.

Hezar mixabin piştî Peymana Lozanê jî ev yekîtiya pêk nehatiye.

Lê her dem hêzên siyasî û berpirsiyarên kurdan jî, ji bona yekîtiya miletê kurd hewil dane. Şertan pêşiyan wan girtiye ku ew yekîtiya xwe ava bikin.
Bi taybetî jî beriya salên 1980yî û piştî salên 1980yî ji bona ku Kongreya Milî ya Kurd bê li darxistin, gelek hewil hatin dayin.
Hezar mixabin ji bona ku li her çar parçayên Kurdistanê di navbeyna rêxistinan de şerê çekdarî hebû û rêxistin bi dewletên kolonyalîst re xwediyê pêwendiyê bûn, Kongreya Milî ya Kurditanê li darxistin li aliyekî, berpitrsiyarên rêxistinan nikarîn bên cem hev.

Piştî ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, PKKê ji bona meşrûiyeta xwe pêk bîne û pêwendiyên desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Emerîkayê û muttefîqên wê û Tirkiyeyê xerab bike; daxwaza Kongreya Milî ya Kurdiatanê kir.

Lê di heman dem de ji rêxistinên Kurdistanê û bi taybetî jî ji serokatiya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta wê re dijminitî dikir. Dewleta Federe ya Kurdistanê wek dewleta duyemîn ya Îsraîlî bi nav dikir; ji Dewleta Tirk re pêşniyar dikir ku pêşiya vê dewletê û dewletbûnê bigre.

Baş e çi bû û çi guhertin pêk hat ku nûha PKKê dîsa Kongreya-Konferansa Milî ya Kurd  dixwaze û desthilatdariya Kurdistanê jî, ji vê daxwazê re got erê.
Di van rojên dawî de Berpirsiyarê Apoyiyan Cemîl Bayik di rojnameya Mîllîyetê de ji Mîthat Sîncar re diyar kir, ku ev kongreya bi daxwaziya Ocalan û Apoyiyan tê li dar xistin. Gorî Cemîl Bayik, Apoyî her demê ji bona vê yekê amade bûne, lê bi taybatî jî PDK Iraqê û Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê ne amade bûye.

Cemîl bayik di xala yekem de rast û di xala duyem de şaş e. Di xala yekem de rast e: Lewra Ocalan di Newroz 2013-an de bi talîmata Dewleta Tirk diyar kir ku çar konferans bên li darxistin. Li Brukselê, li Amedê, li Enqereyê ev sê konferansan pêk hatin. Ya çaran jî konferansa Hewlêrê ye. Ocalan ev gelek aşkere jî bi nav kiribû.

Gelo ev konfaransa Ocalanî/hakan Fîdanî çawa dikare bibe “Konferansa Milî ya Kurd”?

Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî Serok Berzanî çawa ev yeka nedaye ber çav û ev konferansa pejirandiyê? Ev pirsek gelek girîng e. Divê kurdên dilsoz li ser vê pirsê rawestin.

Ocalan dema ku ev konferansan û bi taybetî jî dema konferansa Hewlêrê pêşniyar kir, bi niyeta kurditî û kurdewarî nekir.  Girêdayî stratejiyek gelek xeter ev pêşniyara kir.

Ocalan, di Manîfestoya Lozana 2-emîn ya ku ji aliyê hikûmetê de de hatibû amade kirin û li Newroê hat  xwendin de gelek aşkere diyar kiribû ku divê ew daxwaza Mistefa Kemal Ataturk a Mîsaka Milî pêk bê.

Yanî Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jinûve bi Dewleta Tirk re bê girêdan. Statuya beriya Lozanê ji bona berjewendiya Dewleta Tirk jinûve ava bibe.
Ocalan ji bona vê jî konferansek pêşniyar dike. Konferansa li Hewlêrê çê bibe, ji bona Apociyan dê bi vê armancê pêk bê.
Piştgiriya Dewleta Tirk jî konferansê re jî vê yekê gelek aşkere derdixe holê.

Gelo serokatiya Başûrê Kurdistanê çawa ev stratejiya xeter neda berçav, ev konferansa pejirand, ev jî mijarek û pirsgirêkek gelek girîng e.
Piştî Manîfestoya Lozana 2-emîn derket holê ku Dewleta Tirk dixwaze hemû beşên Kurdistanê û kurdan bir destê Ocalan birêve bibe. Di heman dem de li ser kurdan otorîte, dîktatorî û hegemonyaya Apoyiyan ava bibe.

Apoyiyan ev daxwaza xwe ya hegemonîk û xeter; di Civîna Giştî ya Kongra Gel de jî gelek aşkere diyar kirin. Di vê kongreyê de biryar hat girtin ku Apoyiyên li hemû beşên Kurdistanê desthilatdar bin. Dê sala bê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bigirin destê xwe.

Gelo ev mijar û pirsa girîng çawa ji aliyê desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serok Berzanî de ji çav bireve? Dê hesabê vê yekê nekin? Dê îzin bidin ku Apoyî gor hesabên xwe yên qirêj tevbigerin?

Pirsek din ya girîng jî ew e ku di navbeyna hêzên demokratîk de konferansên hevbeş pêk tên û encam tên girtin.
PKKê partiyek totalîter û faşîzan e. Gelo rêxistinên Kurdistanê yên demokrat û rêxistinên rejîma demokrat diparêzin, dê çawa bi rêxistinek totalîter û otorîter re konferans pêk bînin?

Lewra tê zanîn ku PKKê hegemonyaya partiyek, lîderek, îdeolojiyek diparêze. Gelo rêxistinên demokrat dê di armancê de bi PKKê re çawa li hevûdu bikin.
PKKê li dijî dewletbûn û otonomî û federasyona kurdan e.

Gelo rêxistinên dewletbûna Kurdan û çarenivîsiya miletê kurd bê qeyid şert û bi gelek statuyan hukumraniya miletê kurd diparêzin, dê çawa bi PKKê re di konferansê de bibin hevarmanc.

Baş e PKKê dê hesabê qetlîama miletê kurd ya bi Dewleta Tirk ve pêk anîne dê bide an na?

PKKê bi hezaran welatpaetrêzên navxwe û derveyî xwe kûştine. Gelo hesabê wan jî dê bê pirsîn?

Serokê Kurdistanê piştî ku Ocalan bi dilê xwe hat Tirkiyeyê ji hemû dinyayê re, di derbarê wî de raporek nivîsandibû û diyar kiribû ku Apoyiyan 3500 pêşmerghê kûştine. Gelo hesabê van pêşmergeyan jî dê bê pirsîn.

An jî beriya konferansê divê desthilatdariya Kurdistanê ev pirsa baniya rojevê. Gelo çima neaniye?

Armanca esil û xeter ew e : Dema ku ez hemû delîl û ragumentan didin ber çav, ez dibînim ku armanca vê konferansê ew e ku Navenda Tevgera Kurd ya milî ku ew jî Başûrê Kurdisatanê ye, tê xwestin ku ji holê rakin. Tevgera Milî ya Kurd bênavend bihêlin. Bi taybetî jî tevgera Berzanî ya gelerî tasfiye bike.

Amed, 14. 08. 2013

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

Back to top button