
Konfederasyon baştirîn çareserî ye
Şirovekarê Siyasî Sadûn Sadî wek axêver beşdarî Forûma Hewlêrê bû. Sadî, di derbarê Kurdistan û Iraqê de dîtinên xwe anî zimên û behsa sîstema konfederalîzmê kir.
“Sîstema herî baş sîstema konfederal e”
Sadûn Sadî, bal kişand ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û got, “Çareseriya herî baş a pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê sîstema konfederal e”.
Sadî diyar kir ku divê Herêma Kurdistanê bi giştî di warên berevanî, ewlehî û siyaseta derve de serbixwe be û girêdayî Bexdayê be.
“Li Iraqê nasnameya neteweyî winda bû”
Sadî diyar kir ku li Iraqê nasnameya neteweyî winda bûye û wiha got: “Çareseriya herî baş a ji bo rewşa niha ya Iraqê ew e ku sîstema siyasî ji sîstema federalî bibe sîstemek konfederal wek yek dewlet û du sîstem”.