CivakRojev

ENKS biryar da li Efrînê ofîsa xwe veke

ENKS di 17ê Sibatê de li Qamişlo civînek li dar xistibû û diyar kirbû ku ji bo alîkariya xelkê ew dixwazin ofîsekê li Efrîn û Cinderesê vekin. ENKS vê biryara dixe jiyanê û biryar da ku li Efrîn û Cinderesê ofîsên xwe veke.

ENKS ragihand ku sedema vekirina ofîsên li Efrînê û bajarokên Cindirêsê alîkariya mexdûran, xurtkirina rola ENKS û belgekirina binpêkirinên li herêmê ye.  ENKSê rexne li civaka navdewletî kir ku têra xwe alîkariyê nake û ragihand, Cinderes û Efrîn di heman rewşa navçeyên Sûriyê de ji erdhejê ziyan dîtine.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif, ji rojnameya Sarkul Avsat re axivî û got, “Ji dema erdhejê ve me bang li civaka navdewletî, rêxistinên alîkariyên mirovî û rêxistinên alîkariyên navdewletî kir ku erkên xwe li hember mexdûrên herêmê pêk bînin”.

Berpirsê ENKS got, “Çalakiya bilez a Herêma Kurdistanê û Dezgeha Alîkariya Barzanî ya ji bo alîkariya mexdûran bandoreke mezin li kêmkirina azarên qurbaniyan kiriye. Em spasiya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin”. Yûsif diyar kir ku nûnerên ENKS li derve alîkariyên madî û lezgîn kom dikin û ji mexdûran re dişînin.

Back to top button