Nivîsar

Konfederalî, Serxwebûn, Lê Drian û Barzanî

Bi serdana wezîrê derve yê Fransayê pêywendiyên di navbera Fransa û Kurdistanê de, di astek din de tê gotubêj kirin.
Heker li bîra me be, di dema proseya referanduma Serxwebûnê de li ser Kurdistanê dorpêçeke gelek berfireh hebû.
Di wê qonaxa gelek teng de serokê Fransayê Macron, serokwezîrê Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî bi awayek fermî vexwand Fransayê. Nêçîrvan Barzanî serdana Fransayê kir û li gel serokê Fransayê gelek pirsên girîng ku beşek ji wan ji medyayê re nehatin eşkerekirin jî gotubêj kirin. Ev serdana Nêçîrvan Barzanî, ji bo felişandina dorpêça li ser Kurdistanê, gava destpêkê bû.

Niha di vê qonaxê de serdana serokwezîrê Fransayê ya ji bo Hewlêrê gelekî girîng e û ev serdan di navbera Fransayê û Kurdistanê de ji pêwendiyên rojane gelek wêdetir e.

Dema Ebadî serokwezîrê Iraqê bû, Lê Drian ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Bexdayê û Hewlêrê de, “Konfederalîyê” pêşniyar kirîbû. Lê di wê qonaxê de bi xiyaneta 16ê Oktiberê û hevalbendiya aliyên xwefiroş Ebadî xwe gelek bi hêz didîta û guhê xwe bi temamî li pêşniyarên Fransayê digirt.

Serokwezîrê Fransayê di vê qonaxê de her dîsa “konfederaliyê” dûcare wek çareseriyekî pêşniyar dike. Di vê dema ku hinek aliyên siyasî wek xiyaneta 16ê Oktoberê behsa hilweşandina statûya herêma Kurdistanê dikin û hewl didin ku xwe radestî Bexdayê bikin.

“Konfederalî” ji bo rojeva siyasî li gel xwe serkeftinek mezin tîne û di sîyaseta ku li rojhilata navîn ya xitimîye de, weke gavek pêş ya ber bi serxwebûnê ve tê nirxandin.

Fransa hevalbendek mezin e û girîng e, gotina Fransa li Rojhilata Navîn her demî ji aliyê gelek welatan ve tê pejirandin. Bi taybetî Amerika û dewletên hevpeyman giringîyê didin projeyên Fransayê.

Di têkçûna împaratoriya Osmaniyan de ku Rojhilata Navîn ji aliyê Fransa û Brîtanya yê ve hate dabeşkirin û di encama vê dabeşkirinê de Kurdistan bu kolonî. Di sala 1916an de dîplomatê Fransî Georges-Picot û diplomatê Brîtanî Mark Skyes, li gel hev peymanek îmzekirin û li gora berjewendiyên welatê xwe li ser axa di bin destê Osmaniyan de bû li hev ley vekirin. Ya ku em îroj dibînin peymana Sykes-Picot di pratîka rasteqînîyê de têk çûye. Nûha Fransa careke din hewldide ku di pêvajoya nû de rolek sereke bileyîze. Pêşnîyara Fransayê ya konfederaliyê ji perspektîfa Neteweyî ya Kurdistanê re dê ji me re derîyên qonaxeke baştir veke û divê Kurd jî bi germî piştgiriya vê helwesta Fransayê bikin.

Di vê serdanê de, babeta serekê ya di hevdîtinên wezîrê derve yê Fransayê û li gel serok û serokwezîrê Kurdistanê de Konfederalî ye. Ev babet rê li ber Tirkiye û îdîayên wê yên li ser Mûsil û Kerkûkê mafekî dike, digire. Îroj li meydanê ye ku Tirkiye û Îran sinorên başûrê Kurdistanê eşkere tehdît dikin. Di vê xalê de ev pêşnîşyara ku Fransayê danîye ber me, we dike ku di her astên civakê de medya û sîyaset Konfederalîyê, başî û xirabîyên wê baş binirxînin bi diplomasîyeke zanyarî wê bikin xizmeta miletê xwe de.

Divê xêrnexwazên Serxwebun û Serwerîya Kurdistanê, ji bîra xwe derneyexin ku, kêşe ya Kurdistanê ji qonaxa partî, îdeolojî, mezheb û Keleşinkofan wêdetir e. Kêşaya Kurdistanê, kêşeyeke nêvneteweyî ye!

Îroj Dîplomasîya ku di qada nêvnetewîye de bi rê ya Serokkomar û Serokwezîrên Başurê Kurdistanê ve rêve diçe:
Qedera miletê me ye û divê em wekî milet, her tişta ku diqewime tenê bi pîvana Berjewendîyên Neteweya Kurdistanê ve binirxînin û destê dewleta xwe ji her demê zêde xurttir bikin.

Dara Bîlek
18.07.2020, Hewlêr

Back to top button