Dosya

Komkujî bi plankirî hatiye kirin

Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) û MAZLUM-DER ji bo li cihê bûyerê yê ku ji aliyê balefirên şer ên rejîma Tirk ve hatiye bombebarankirin lêkolînê bikin çûn gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê li cihê komkujiyê pêşrapora çavdêriya xwe amede kirin. Şandeya ÎHD û MAZLÛM-DERê destnîşankir ku ev komkujiyek bêdaraz e.

Rapora ku cih daye şahidê buyerê Hecî Encu yê ku ji komkujiyê karibû xwe rizgar bike, got ku li aliyekî leşkeran pêşiya wan biriye û li aliyê din jî balefirên/firokeyên şer ew bombebaran kirine.

Lijneya ÎHD û MAZLÛM-DERê ku ji bo lêkolîna komkujiya Qilebanê ku ji aliyê balefirên şer ên dewleta Tirk ve pêk hat çûbûn cihê bûyerê pêşrapora çavdêr û lêkolînên xwe aşkere kirin.

Lijneya ya ku ji rêvebirên navenda ÎHD’ê û şaxên wê yên Amed, Colemêrg, Wan, Sêrt û Mêrdînê û rêvebirên navendî yên MAZLUM-DERê û şaxên wê yên Colemêrg û Amedê pêk dihat di pêş rapora xwede bal kişandin ser gelek xalên balkêş.

Di raporêde tê destnîşankirin ku ber bi êvarê xwe gihandine Nexweşxaneya Dewletê ya ku cenaze lêne û wiha dirêjî bi rapora xweda anîn, “Nexweşxaneya ku qelabalix bûye cenazeyên ku bêserûber li odeyena hatiye belavkirin û cenaze di nava betaniyan de pêçayî bûne û malbat li ber serê cenazeyan sekinîbûn.”

Otopsiya ku du dozger û li ser navê malbatan ji Baroya Şirnexê jî tenê çavdêriya yek parêzerek hat qebûlkirin di demjimêr 18:30’yan de otopsiya 6 cenazeyan hatiye kirin.

Di raporêde tê destnîşankirin kesên ku jiyana xwe ji dest dane temenên wan di navbera 12-28 salî de ne û cihê ku bûyer lê qewimiye li ser xeta sînor bi xwe biye.

Leşkeranrêya me birîbalefiran jî em bombebaran kirin

Di raporê de cih dide van gotinên Hecî Encu yê 19 salî ku ji êrişê filitîbû: “Em komek ku ji 40-50 kesî pêk dihatin di roja 28.12.2011 di demjimêr/saet 16:00’de ji bo ku herin mazot û zexireyên xwarinê bînin çûn ser sînor bi hêstiran me sînor derbas kir. Me bi taybet qereqol agahdar nekir, lê ji xwe haya wan ji çûndin û hatina me hebû. Armanca me anîna şekir û mazotê bû. Heta dema em çûn me dengê Herona bihîst, lê ji ber ku em her dem di vê rê de dihatin û diçûn me rêya xwe berdewam kir. Me bi şev di demjimêr 19:00’an de barê xwe li hêstiran barkir û em ketin rê. Nêzî demjimêr 21:00’an, em nêzîkê sînor bûn. Em gihêştin zozanên gundê xwe zozan tam li ser sînor e. Li wirê yekem car fişengên ji bo ronîkirinê dûvre jî top û obês hatin avêtin. Me barê xwe danî wî alî sînor. Hima wê gavê balafir hatin û dest bi bomberanê kirin. Em du kom bûn, di navbera koma yekem û dûyem de 300-400 metir hebû.

Hima bi dengê topan re balefiran li me da ji ber ku leşkeran zozanên me girtibûn ji bo em derbasî vî alî bibin tu rê nemabû. Ji ber vê yekê komên me ji neçarî tengav bûn û hatin li heman cihê li hev kom bûn. Di dawiyê de em bûn du komên mezin. Di bombebarana yekem de koma ku nêzî 20 kesan pêk dihat hat îmhakirin.

Em bi lez paşde vegeriyan. Li ser serê kesên ku di nav lat û keviran de bûn, bombe hatin barandin. Koma ku ez di nav de 6 kes bûn, em sê kes rizgar bûn. Li ser me cilûbergên me yên rojane yên sivîl hebûn û li ser tu kesî çek tune bû. Bûyerê qasî demjimêrek/saetek berdewam kir.

Em du kes bi tevî sê hêstiran ketin nava çemekî biçûk. Piştî em demjimêrek/saetek rawestiyan ketin binê zinarekî me xwe veşart. Me tu agahiyek ji hevalên xwe negirt. Dema demjimêr bû 23:00-23:30 ji hatina deng û roniyê me ferq kir ku gundî hatine.

Piştî ku gundiyan kirin qêrîn û hewar leşkeran xwe ji zozanan vekişandin. Demeke dirêj e em vî karî dikin du kes zewcandî bûn ev ên din jî xwendekarên seretayî û navendî bûn. Heta niha tu rayedarên dewletê serî li îfadeyên min nedaye, piştî buyerê min tu leşker nedîtin.”

Haya leşkeran jê hebû

Di raporê tesbîtên ku lijneyê kiriye wiha ye:

“*Kesên ku di buyerê de hatine kuştin û birîndarkirin hemû sivîl in,

*Di buyerê de ji bo komê hişyariya ‘Raweste’ nehatiye kirin û leşkeran wek takekesî gule li tu kesekî ne teqandiye û bi tu awayî kesî gulle bernedaye leşkeran, sedemê kuştinan bombrbarana balefiran e.

* Kesên sivîl ji hêla leşkeran ve tên naskirin û kesên naskirî ne, ji ber bazirganiya sînor leşker ji çûndin û hatinan agahdar in.

* Ji bilî ku me jî dîtiye li gor şahidên bûyerê û gundiyên ku me bi wan re hevdîtin kiriye ev rêyên hatin û çûndinê ji aliyê hemû kesî ve tên zanîn û li ser vê rêyê gelek kanên madenê hene.

* Berovajiyê daxuyaniyên fermî cihê buyerê ji Sînat-Heftanînê gelek dûr e û komek jê ku êriş lê bûye li vî aliyê Bakur û koma din jî li ser sînor bûye.

* Piştî buyerê tu saziyên dewletê hewil nedaye ji bo ku cenazayan bîne, leşkeran xwe ji cihê buyerê vekişandiye û gundiyan bi hewl û derfetên xwe cenazeyan aniye Gundê Gılyaziyê.

* Şertên Nexweşxanê ji otopsiyê ne guncav bû cenaze li odeyên nexweşxana bê ser û ber hatine belavkirini, xizmên cenazeyan betanî li cenazeyan pêçaye karkerên nexweşxanê hima bêje tunebûne û cenaze ji aliyê xizmên wan ve birine ambûlansan.

* Ji ber şert û mercan otopsiya ku li ser cenazeyan were kirin cihê baweriyê nîne û dikarin delîlan winda bikin

* Cenazeyên ku ji aliyê lijneya me ve li nexweşxanê hatiye dîtin şewitîne, hinavên wan derketine derve, piraniyê wan dasa/qaqota serê wan parçe bûye ji ber perçebûnê bedena wan belav bûye.

* Di buyerê de çekên ku xwedî bandorek bi hêz a şewitandinê ne bi kar hatine.

Di raporê de hat destnîşankirin ku pêwîstî bi raporek berfirehtir heye û wiha dirêjî bi raporê dan, “Lizneyame gihêştiye vê encamê ku vê bûyerê li gorî naverokê weka komkujiyek bêdaraz dibîne. Bi vê mebestê divê rêxistiên svîl ên Netewî û Nêvneteweyî ji bo lêkolînan hestiyariya xwe bidin nîşandan û Komîteya Mafê Mirovan aYekîtiya Netewên Yekbûyî (UN) bi lezgînî lijneyek bişîne û em gihêştine vê encamê ku divê tavilê medyaya Tirk ji bilî daxuyaniyên saziyên Tirk ên fermî rastiyan bigihêne raya giştî û bi hestiyar tevbigere.

ANF/Rojevakurd

Back to top button