Cîhan

Komîteya swêdî-kurdî di parlementoya Swêdê de tê danîn

Bergeh:  ”Komîteya swêdî-kurdî di parlementoya Swêdê de tê danîn!…”

Di bernameya Bergeh de ku ji alî rojnamevan Cemal Batun ve di ASOsat TV de tê birêvebirin de Parlementerê Partiya Jîngeh / Keskan Jabar Amîn ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê ye, da eşkerekirin ku di demek nêzîk de ”Komîteya Swêdî – Kurdî di Parlementoya Swêdê de tê danîn”

Di bernameya Bergeh de ku Cemal Batun li gel panelîstê Bergehê nivîskar Keya îzol û parlementer Jabar Amîn de pêkanî de, herweha li ser xebata lobîstî li derveyî welêt, erkên tevgera siwîl-demokratîk û siyasî ya Kurd li Ewrûpa, mehek xebata 5 parlementerên Swêdî ku bi eslê xwe Kurd û ji her çar perceyên Kurdistanê ne di Parlementoya Swêdê de û herweha giringiya xebata derdora Yekîtiya Ewrûpa û hilbijartinên Parlementoya Yekîtiya Ewrûpa û Kurd divê çi bikin, hate rawestandin.

FREKANS A ASOsat TV ya nû…
Frekansa nû ya ASOsat TV: 11642, di satellit a Hotbird de ye.

Back to top button