Polîtîk

Komisyonek girîng di parlementoyê de hate damezirandin

Li Parlementoya Tirkiye komisyonek girîng hate damezirandin. Ji berî demekî AK Partiyê ji bo avakirina komisyoneki ya Nirxandina pêvajoyê û lêkolînê teklîfek radestî parlementoyê kirîbû.

CHP û MHP gelek bi tundî dijê vê daxwaziya Ak Partiyê derketin. Dema li ser vê babetê hevdîtin hatin kirin, CHP û MHP gelek bi tundî dijê pêşniyara Ak Partiyê sekinîn û dan xuyakirin ku ev komisyon parçekirina welate.

Ji ber wê jî Hukumet protesto kirin û civîn terikandin.

Di encam de pêşniyara Ak Partiyê bi dengên Ak Partiyê û BDPê hate qebûlkirin. Qanûnên ku li ser pêvajoya nû derdikevin de Ak Partî û BDP li gel hev kar dikin.

Back to top button