Civak

Komisyonê rêjeya dengdana taybet ragihand

Berpirsê Hilbijartinên Kurdistanê li Komisyona Îraqê dibêje, “Ev hilbijartin bi awayekî gelek serkeftî bi rê ve çû û amûran jî bi awayekî baş kar kir.” Herweha got, “Skala hatine tomarkirin lê heta niha rêjeya wan diyar nîne ka çend in.”
Berpirsê Hilbijartinên Kurdistanê li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê de, Neberd Omer di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Piroseya dengdanê bi awayekî gelek serkeftî bi rê ve çû, herwesa encam bi awayekî serkeftî ji bo Bexdayê hatin şandin û me çi arêşe nebûn.”
Neberd Omer amaje jî da, “Ev hilbijartin bi awayekî gelek serkeftî bi rê ve çû û amûran jî bi awayekî baş kar kir û arêşe nebûn.” Amaje jî da, “Nêzî sê hezar û 750 çavdêrên navdewletî û hezar û 928 çavdêrên navxwe jî li hemî bingehên dengdanê amade bûn.” Herwesa got, “Skala hatine tomarkirin lê heta niha rêjeya wan diyar nîne ka çend in.”
Navbirî di derheqa arêşeya şûntiliyan de ron kir, “Du arêşeyên şûntiliyan hene. Yek; karta dengdanê ku şûntilî tê de nebin. Du; şûntilî li ser kartê hene lê li roja dengdanê ji ber nexweşiyê an birîndarbûna tiliyên dengderan şûntiliyên wan nayên xwandin.”
Berpirsê Hilbijartinên Kurdistanê li Komisyonê herwesa ji welatiyan dixwaze ku heta dema dengdanê giringiyê bidin tiliyên xwe, ji ber ku eger şûntiliyên wan neyên xwandin, ew nikarin dengê xwe bidin.”
Berdevkê Komisyonê Dr. Eyser ji aliyê xwe ve rêjeya tevlîbûnê li hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmareke parêzgehên Îraqê ragehand, ku bi vî awayî bûn:
Dihok: 98%
Hewlêr: 97%
Silêmanî: 97%
Helebce: 96%
Kerkûk: 56%
Neynawa: 43%
Diyala: 62%
Bexda Kerx: 79%
Bexda Resafe: 60%
Selahedîn: 54%
Enbar: 8%
Selahedîn: 4%
Dr. Eyser eşkere jî kir, “Ji 215 hezar û 960 dengderên taybet, 208 hezar û 521 kesan dengê xwe daye. Rêjeya giştî ya tevlîbûnê di dengdanê de jî 97% bû.”
Piroseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê îro (În, 18.10.2024) bi tevlîbûna 215 hezar endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên Kurd ên nav hêzên artêşa Îraqê bi rê ve çû.

Back to top button