Civak

Komara Kurdistanê serbilindîya hemû Kurdistanîyên cihanê ye

 

Komara Kurdistanê bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed 73 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê hate îlan kirin.Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn.

Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.

Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Komara Kurdistanê(Komara Mehabadê) di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind bin.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistane pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dİbêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendîya azadî û dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.

Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirîbû bi xwîna dehhezaran şehîdan , bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.

Pêşewa Qazî Mihemed bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê dike:

Wekî ku me bi xwişk û birayên xwe yên her çar perçeyên Kurdistanê li Mehabadê Komara Kurdistanê îlan kir; hûn jî li her perçeyekî Kurdistanê , li her destkeftineke Kurdan xwedî derkevin.

Pêşewa Qazî Mihemed ji Serok, rêveber û endamên partîyan re dibêje:

Ne Serokatîya we, ne rêvebertîya we, ne navê partîyên we ji doza azadîya Kurdistanê ne bi qîmettir e, ne pîroztir e.

Pêşewa Qazî Mihemed, di wasîyetnameya xwe de rêbaza ‘Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’ nîşanî me dide.

Pêşewa Qazî Mihemed ji me hemûyan re dibêje:

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî.

Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Belê, pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadîya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Di 73yemîn salvegera îlan kirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. 22.01.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinêya PAKê

 

 

 

Back to top button