Polîtîk

Serok Barzani rolek taybet dileyze

Serok Barzani ji bo rewşa Kurdistanê û ji bo nêzinkbûna hêzên siyasî hevdîtina pêktîne. Serok Barzani di hevdîtinên xwe de ji bo asayikirina rewşa Kurdistanê hewl dide û di vê pêvajoyê de ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanî rolek gelek taybet dileyze.

Hevdîtinên Serok Barzani:


Roja dûşem 21.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Giştiyê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî û guhertin û hevkêşeyên li asta Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên Herêm û Bexda û hewlên çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha peywendî û zerûreta yekdengiya aliyên siyasiyên Herêmê û hengavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan.

Roja dûşem 21.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqî kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û pêşhat û guhertinên navçeyê jî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Eyad Elawî bû.

Roja yekşem 20.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Selaheddîn Behaddîn Emîndarê Giştiyê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî û guhertin û hevkêşeyên li asta Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên Herêm û Bexda û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendiya di navbera her dû aliyan û hewldanên ji bo desteberkirina yek gotarî û tebayiya li Kurdistanê û bi hêzkirina sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê kirin.

 

 

 

Back to top button