Komara Çekê alîkariya pêşmerge dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 04.04.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Êva Derdakova kosula giştiya konsolxaneya Komara Çekê a li Hewlêrê û şandeya pê re kir.Di civînekê de, bi minasibeta detbikarbûna wê weke konsula giştiya konsulxaneya Komara Çekê li Hewlêrê, serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahî li Êva Derdakova kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û jê re got ku hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar amadene pişgiritya kar û xebatên wê û konsolxaneya Çekê li Hewlêrê bikin.Di civînê de, Derdakova tekîd kir ku welatê wê dê li ser piştgirî û alîkarîkirina pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de berdewam be. Wê behsa pirojeyên li herêma Kurdistanê bi cî dike weke; sponserkirina kampa Aşitî ji bo koçber û penaberan li Silêmaniyê, dirustkirina avahiya dêrekê ji bo mesîhîyên Alquşê, vekirina kursên pêwît ji bo pizîjkên Kurdistanê li paytexata Çekê, çareserkirina pêşmergeyên birîndar li nexweşxaneyên taybet yên arteşa Çekê û avakirina wan deverên ji bin destê DAÎŞê tên rizgar kirin kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: