Polîtîk

Koç, li Kurdistanê wê ramedana neftê bike

Koma Koç, piştî vekirina otela Dîvanê, xwe amade dike ku li Kurdistana Başûr, di sektora neftê de ramedanan bike. Serokê Holdînga Koç  Mustafa Koç, diyar kiriye ku, ger hinekî li ser Kurdistanê were xebitandin, di demeke kin de Kurdistane bibe Dubaî.

Mustafa Koç dibêje, otela Dîvanê, li Hewlêrê bi nîv kapasîte dixebite. Hin odeyên otelê, ji aliyê  rêvebiriya herêmê ve, ji bo mêvanên xwe, pêş de bi salekê re tê girtin.  Koç wiha dewam dike, “hin planên me yên ramedanên li Kurdistanê, ji bo santrala ceryanê û qadên neftê hene.”

Koç Holdîng, xeynî otela Dîvanê, di nav hazirîya projeyên ku dixwazin li Kurdistanê bi cih kirin bide yên wek, pergala oto kirêkirinê Avis û Agazê jî dixebite. Mustafa Koç, di derbarê ramedanên li Kurdistanê tên kirin de mînakeke balkêş dide û diyar dike ku, firoşgeha Beymen a Cem Boyner ku li Hewlêrê vekiriye, cîroya li Hewlêrê tê kirin, ji Stenbo û Enqerê şûnda tê.   

Back to top button