Polîtîk

Ji bo pirsa kurd xebata me berdewam e

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Beşir Atalay, di bernameyek ya kanala CNN Turk de dîtinên xwe li ser rojeva siyasî ragihandin û behsa çareseriya pirsa kurd kir.

Beşir Atalay got ku di derbarê vekirina pirsa kurd de xebata me berdewam dike û em li gel hukumeta herêmê hemû awayî ji bo çareseriya vê pirsê gotubêjê dikin.

Atalay hevkariya di vê derbarê de li gel CHP girîng nirxan û got ku, eger MHP û partiyên din alîkariyê nedin me jî emê karê xwe bi rêve bibin.Wek din Atalay da xuyakirin ku, ji bo zimanê dayikê bibe zimanê perwerdê projek ya wan heye.

Beşîr Atalay di vê derbarê de got: Em bi hemi awayî vê pirsê piralî gotubêj dikin. Dê demek nêzik serokwezîr Erdogan di vê derbarê de agahdariyên girîng bide.

Back to top button