Di derbarê bûyera terorî ya li Baglara Diyarbekirê Tevgerl daxûyaniyek belav kir. KÎ YE TERORÎST?Di çarê mehê serê sibê li navçeya Baglar a Amedê êrişeke terorî pêk hat. Di encama êrişê de 7 sivîl jîyana xwe ji dest dan, ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn.Pêşiyê rêxistina terorîst a IŞİD paşê jî TAK/PKK li vê êrişa terorî xwedî derket.
Ji kîjan alî hatibe bila bê em vê êrişa terorî jî, terorîstên ku vê êrişê pêk anîne jî nelet dikin.Em bangî miletê Kurd û hemû aliyên siyasî dikin; ji bilêvkirina rastiyan netirsin. Terorîst êrişên terorî pêk tînin. Berjewendiyên xwe, hêstên xwe û tirsên xwe dêynin aliyekî û rastiyê biqêrin. Erişa li Amedê çêbû êrişeke terorî ye û yên ku pêk anîne jî terorîstin, kî dibe bila bibe.Di heman demê de divê em baş li ser bifikirin ku sedema ku IŞİD û PKK li heman êrişî xwedî derdikevin çi ye? Çi ye tiştê ku wan tîne cem hevudû?Em careke din êrişa terorî û terorîstan nelet dikin û bangî aliyên siyasî yên Kurd dikin ku bê tirs, bê fikirîna berjewendiyên xwe rastiyan bibêjin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ06.11.2016