Polîtîk

Kişanak: "Kesên ku min hembêz kirin ne dijmin in"

 

Hevseroka BDPê Gultan Kişanakê jî wiha bertek rabera serokwezîr da: “Serokwezîr dîsa nefreta xwe vereşand. Bi heman şêweyê bersiv dayîn, ne gorî me ye. Serokwezîr dibêje lekeya xwînê hatiye ser we, dibêje meseleya namusê ye. Gelo ma biryara şer min girt? 10 salin ku ez vî welatî îdare dikim. Bila serokwezîr îtiraf bike ku, biryara wan a rastîn şer e. Berpirsyariya vî şerî bigre ser xwe, yê ku biryar daye tu yî. Heta qirika xwe tu ketiye nav xwînê.”

“Tu yê di wê xwînê de bixeniqî”

“Serokwezîr, derevan neke, durist be, bi namus be. Her ku tu derewên xwe dewam kirin bidî, tu yê di nav wê xwînê de bixeniqî. Min li Şemzînanê dijminek hembêz nekir. Min ji yêkî ku ji bo çareseriyê mirin daye ber çavên xwe û hilkişiyaye çiyan re got merheba. Wana ji bo min ne dijmin in. 

Ger ku 30 hezar ciwanên Kurd mirine, ev meseleyeke exlaqî ye. Di destê min de dîmen hene. Dema em destê hev digrin em dibêjin, hêviya me ew e ku em ê karibin meselê çareser bikin. Bila temamî dîmenan raber bikin. Wana ji wir daxistin, tevlî jiyana civakî kirinê, peywira her mirovekî ye.”

“Em li hemberî tehdîdan stûyê xwe xwar nakin”

Di heyama 12ê Îlone de, bi êşkenceyê gotina “ez Tirk im ” hewl didan bi min gotin bidin. Niha jî serokwezîr dixwaze bi me gotin bide ku em bibêjin, pirsgirêka Kurd, pirsgirêka terorê ye. Ez ti cara nabêjim. Ez li hember tehdîdan stûyê xwe  xwar nakim. Em ji bo ku berdêlan bidin di vê rêyê de dimeşin.”

“Bila ti kes zen neke ku em ê gavan şûnda bavêjin. Bila serokwezîr hedê xwe zanibe. Ger ku bi girtina me xwîn ê bisekine, bila me bigrine hepsê. Ez bi şêweyeke hemwelatiya pola yekem diaxifim. Dibêje, “ez ê biryarê bidim.” Ger tu ji xwe bawer î, sindoqa dayne ber gelê Kurd. Bipirse hûn xweseriyê dixwazin. Ji gelê Kurd bipirse, ji Tirkiyê nepirse.

 

Back to top button