Cîhan

Li Hîndistanê fabrîka fîşekan teqiya: 31 mirî

Li başûrê Hindistanê li eyaleta Tamil Nadu, li fabrîqayeke fîşekên hawayî têqîn pêk hat. Hat ragihandin ku, 31 kesan jiyana xwe wenda kirine. Li gorî agahiya polîsan, 20 kes jî birîndar bûne. Di derbarê bûyerê de 6 kes hatine girtin. 

Bajarê ku teqîn lê qewimiye, bajarê Sivakasî, navenda sanayiya fîşekên hawayî tê hesibandin. Pêdiviya welêt a bi fîşekên hawayî  ji %90 li vî  bajarî tên pêşwazîkirin. Hilberîna fîşekên hawayî ji %90, di fabrîqayên li bajarê Sivakasî tên têmînkirin. 

Tê ragihandin ku, piştî teqînê duman bilind bûye û tê endîşekirin ku, zayîata însên û a madî her biçe zêde bibe.

Hîn sedema teqînê diyar nebûye. Li Hîndistanê pirr zêde li fabrîqayên fîşekê hawayî teqîn diqewimin. Gellek fabrîqayên di vê mijarê de dixebitin, bê ruhsat û derzagonî faaliyetanê hilberandina fîşekan dikin. 

Back to top button