Kultur

Altan ev heq nekiriye

Ji berî niha çend rojekî nivîskarê rojnama Tarafê yê kurd Orhan Miroglu ji bo ku nivîsek ya wî nehatî belavkirin ji rojnama Tarafê veqetiya.

Di vê derbarê de berpirs å sernivîskarê Tarafê Ahmet Altan nivîsek nivîsî û da xûyakirin ku, tu cara ew ji bo naveroka nivîsekî weşana nivîsê nasekinînin. Ahmet Altan da xuyakirin ku, tenê nivîsên gelek dirêj nayên weşandin û hemû nivîskarên rojnamêvê yekê dizanin û li gara vê jînivîsên xwe dinivîsînin.

Altan da xuyakirin ku, em hemi mecburin li gora kiyasa ku hatî kifşkirin binivîsînin. Orhan Miroglu jî vê dizane û li gora wê jî heta niha di rojnama Tarafê de dinivîsîne. Lê nivîsa ku nehatî belav kirin gelek direj nivîsandiye û bala wî hatiye kişandin û daxwaz ji hatiye kirin ku vê nivîsa xwe kurtir bike û formata nivîsên berê binivîse. Lê Orhan guh nedaye û nivîsa xwe şûnde kişandiye Miroglunivîsa xwe hinek rojnameyên din de nivîsa xwe belav kiriye.

Miroglu nivîsa xwe di rojnama Starê de belav kiriye. Star rojnameyek li ser hukumetê û Ak Partiyê ve tê nasandin.

Herweha rojnama AKIT ku rojnameyek îslamiya radikal temsil dike di vê derbarê de nûçeyek xirab belav kiriye û îdia kiriye ku Ahmet Altan,birayê xwe  û malbata xwe propaganda PKK-ê dikin.

Niha li Tirkiye heçî kesê ku roja derketî heta niha Rojnama Tarafê dixwînê û helwesta Ahmet Altan dizane dibîne ku Ahmet Altan bîr û baweriyên xwe bê tirs û bê ku melakiya hinek aliyan bike dinivîse. Ahmet Altan nimunek kesayetek demokrat e li Tirkiye.

Orhan Miroglu eger dixwaziya ji Tarafê veqete  dikariya bi awayek vekirî sedema vê bike diyarkirin û bê ku Ahmet Altan bi tiştên din tawanbar bike veqetabûya. Mimkine Miroglu di hinek waran de dîtinên xwe guhertibe û nêzikî siyaseta Ak Partiyê jî bibe ev tiştek xwezaiye û kesek ji bo vê Orhan tawanbar nake.

Lê diviya Miroglu ev yek vekirî bikira. Niha herkes dizanê ku rojnama Star ne ji rojnama Tarafê demokratir e û behtir di derbarê piirsa kurd de hişyare. Taraf yekemin rojnameya li Tirkiye ku gotinên ku di medyaya Tirkîde qedexeyne karbtine. Wek KURDISTAN.

Niha Ahmet Altan ji bo nivîs û îthamên Orhan Miroglu û rojnama Akitê doz li dadgehê vekiriye. Encama ne gelek giring e. Lê Divê wek kurd mirov bahayekî bide dîtinên kesayetek wek Ahmet Altan. Nabê ku mirov bi tenê li gora berjewendiyên kesayetî kesek din binirxîne yan jî wan bi tiştên din îtham bike.

 

Nûçe/analîz

Balkêş e ?
Close
Back to top button