Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, îro roja sêşemiyê 16.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Goran Lindstrom sefîrê nû yî Swêdê bo Îraqê û Luis Kale berprisa ofîsa sefaretxaneya Swêdê a li Hewlêrê kir.
Sefîrê nû yê Swêdê bo Îraqê, di axavtinekê de got ku, welatê Swêdê dixwaze peywendiyên xwe di hemû waran de digel herêma Kurdistanê befirehtir bike. Sefîrê Swêdê yê Îraqê behsa serdana xwe a bo herêma Kurdistanê kir û got:
– Dil sala 2006ê mi serdana herêma Kurdistanê kiribû, lê dive serdanê de ez hest bi cudahiyeke mezin dikim ku, herêma Kurdistanê di tev waran de, bi taybetî di ware xweşjiyanî û avadnkirinê de, gelek pêşkeftiye.
Felah Mistefa behsa pirosesa binyatdanan herêma Kurdistanê û ew destkeftiyên hikûmeta herêma Kurdistanê di warên cihê de bo grûp û katagoriyên cihê ji xelkê Kurdistanê bidestxistine kir û got:
– Tevî hebûna giriftarî û astengiyan, lê bi xêra karnameya hikûmeta herêma Kurdistanê li ser dice, herêma Kurdistanê gelek qonaxên pêşkeftî di gelek waran de derbas bûye.
Sefîrê swêdî û berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê di dîdara xwe de, herwesa, behsa rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser deverê kir û div ê çarçoveyê de berprisê têkeliyên derve tekîd kir ku, kirîza Suriyeyê bi demokrasîkirina sîstema îdarekirina welêt ku, mafên tevaya pêkaht û neteweyên li Suriyeyê bên dabîn kirin, çareser dibe.
Mistefa got:
– Kirîza Suriyeyê bi awayekî direkt tesîrê li ser deverê û herêma Kurdistanê dike, gelek kurd li Suriyeyê hene û ji ber rewşa dijwara wê derê, zêdetir ji 30 hezar kurdan, ji b o parastina cane xwe, weke penaber hatine herêma Kurdistanê. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî digel UNHCR hemû pêdawîstiyan ji wan penaberan re dabîn dike, lê belê pêwstiya wan bi zîdetir alîkariya navdewletî heye ku, heta nuha weke pêwîste rêxistinên navdewletî alîkariya wan penaberan nekiriye.