Kirîstiyanên Kurdistanê çi ji hikûmetê dixwaz in

Şandeyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 13.12.2017ê li taxê Eynkawayê li bajarê Hewlêrê, digel aliyên siyasiyên kildan, siryan, aşûrî û ermen yên Herêma Kurdistanê civiyan.Di civînê de, parastina mafên hemû pêkhateyan wekhev, hikûmeta Herêma Kurdistanî cidîtir li ser dabînkirin û bergirîkirin ji wan mafan li gor yasa û destûrê û hebûna kesên ji wan pêkhateyan di warên cuda de, hatin gotûbêj kirin. Beşdarên civînê dilgiraniya xwe li hember ew reşwa li Deşta Neynewa heye nîşan da û daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku hêzên leşkerî û emnî li wê deverê kêm bike û hiûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo parastina emniyeta wê deverê gavan pavêje.Nêçîrvan Barzanî got ku ew pêkhateyên li Herêma Kurdiatanê nekêmnetewene, lê ew pêkhateyên resen in û reh û rîşalên dîroka wan li vî welatî ye, divê hemû mafên wan bi yasa bên dabînkirin û di hemû waran de hest bi hebûna xwe bikin û daxwaz, gilî û gazindeyên wan bi rewa zanî û got ku ew dê daxwazî û giliyên wan bişopîne û lêkolîn bike.Serokwezîr behsa aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê kir û got ku ji ber wê aramî û asayîşa li vir heye pêkhateyên cuda ji deverên cudayên Îraqê ji bo parastina xwe hatine herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, tevî rewş xerapa êkonomî, di alîkarîkirina wan de kêmasî nekiriye.Barzanî daxwaz ji aliyên kirîstiyan kir yekêtî û yekrêziya xwe biparêz in û bi wê yekrêzî û yekêtiyê dê bikaribin civaka xwe zêdetir ber bi pêş bibin û tesîra wê dê li ser pêşkeftin û serkeftina civaka Kurdistanê jî, bi awayekî giştî, bibe.

Nerîna min :