
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di vekirina Daristana Bîranîna 100emîn a partiya xwe de axivî. Kiliçdaroglu piştî bernameyê pirsên rojnamegeran jî bersivand.
Li ser pirsa ku, berbijêrê CHPê yê şeredariya bajarê mezin ê Enqere kiye? Kemal Kiliçdaroglu got:
“Mensûr Yavaş şaredare û di hilbijartinan de jî berbijêrê meye.”
Ji berî niha şeredarê Enqere mansur Yavaş di axavtineka xwe de gotubû ku, ew dixwaze 5 salên din xizmeta miletê xwe bê ku sembola tu partiyekî singa xwe ve deyne berdewam bike.
Tê zanîn ku, Yavaş berê di MHPê de şeredariya deverên din kiriye û kesek ji MHPê tê û hêja li gora bîr û bawerin MHPê tevdigere. IYI Partî wek kesayet pişgiriya Yavaş dike. Lê di van hilbijartinan de IYI Partî dikare li dijî Yavaş berbijerekî derêxe. Heta niha daxûyaniyên IYI Partiyê bi vî awayîne.