Polîtîk

Kî YNKê birêve dibe

Biryar bû di 31ê vê mehê de kongireya çaremîn a Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bê bestin, lê ji ber nakokiyên nav rêxistin û serkirdeyên YNKê de  kongire bo demek nediya hat paşxistin.

Ji bo bestina kongireyê sê xet di nav YNK de hebûn û her xetekî serkirde û dîtinên xwe hebne. Nuha li cîyê skreterê giştiyê YNKê Celal Tebanî, serkokên her sê xetên  navYekitiyê biryarê didin.

Her ji destpêkê xeta Kosret Resûl û xeta Berhem Salih digel bestina kongireyê bûn, lê xeta malbata Talebanî ku, Hêro Îbrahîm Ehmed, hevjîna Celal Talebanî seroaktiyê dike, li dijî bestina kongireyê bû.

Li gor malpera NRT piraniya endamên polîtbûroya YNK weke; Mela Bextiyar, Îmad Ehmed (cîgirê serokê hikûmetê), Necmedîn Kerîm (waliyê Kerkûkê), Omer Fetah (cîgirê serokê hikûmetê yê berê), Sadî Pîre, Erselan Payîz (serokê parlamentoyê yê berê), Ednan Miftî (serokê parlamentoyê yê berê) û Refet Ebdula hemû ser bi xeta Celal Talebanî ne û li dijî bestina kongireyê bûn.
Kosret Resûl, Berhem Salih, Aso Elamnî, Azad Cidiyanî û Mehmûd Sengawî dixwestin kongire bê bestin.

Her yek ji Qadir Hemcan û şêx Cafer (wezîrê pêşmerge) bê teref in.

Li gor dîtina hin çavdêrên siyasî nebestina kongireyê dê rêxistina YNK bihejîne û dê rewşa wê aloztir bibe û ew her sê xet dê zêdetir ji hev dûr bikevin, bi taybeyî ko pere û hêz hemû li ba xeta binemala Talebanî ye.

 

Heta nuha ne Partiya Demokrata Kurdistanê û ne jî Tevgera Goranê helwesta xwe li hemebr aloziyên nava YNK diyar nekiriye û alîgiriya tu terefan nakin


Back to top button