Abdullah Demirbaş: Ala Kurdistanê nûnertiya me nake
Oxtay Pîranij berî heftiyek li avahiya Insiyatifa Azadî hevpeyvîneke biçûk li gel Abdullah Demirbaş Serokê Bajarvaniya Sur kiriye. Demirbaş ku ji partiya BDP hatiye hilbijartin, li ser pirsiyareke ala Kurdistanê dide zanîn ku Ala Kurdistanê nûnertiya wan nake.
Pirsên ji Abdullah Demirbaş hatine kirin wiha ne:
1-) Hun dibêjin ku ew ala niha ya Kurdistanê ku li dema xwe de li Komara Kurdistan ya li Mahabadê jî hatibû bilindkirin nûnertiya me nake? Gelo eve raste?
Abdullah Demirbaş: Belê raste, ew ala ku hun li gor xwe dibêjin ala Kurdistanê ye, ew ala nûnertiya me nake. Ala partiya me heye û em wê alê wekî ala Kurdistanê dizanîn û me wiha diyarkiriye.
2-) Başe, partiya we Kurdistanê naxwaze, ax naxwaze, gelo hun ji bo vê çi dibêjin?
Abdullah Demirbaş: Em nikarin ji Tirkan veqetin. Kurd û Tirk yek perçene û nayên veqetandin, wekî goşt û neynokin. Li vê pêvajoyê de daxwazkirina dewletê paşverutiye.
Ferz bikin ku me li rojhilata Tirkiyê Kurdistanê damezrand, gelo emê bikarin Kurdan ji Tirkan veqetînin û bînin Kurdistanê? Tirk û Kurdan pêkve zewac kirine û malbateke mezin pêkanîne, çiqas raste ku mirov endamên malbatê ji hevdû veqetîne?
3-) Gelo modela we ya çareseriyê ya ji bo Bakurê Kurdistanê çiye?
Abdullah Demirbaş: Em wekî partî li gel xweseriya demokratîkin. Lê ez dixwazim vê jî bibêjim: Sala par xanimeke Tirk hate bajarvaniyê û ji min re got:
“Hun daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin, başe eger li hemû xwendingehan de Kurdî bibe zimanê dayikê, ez wekî Tirkekî ezê çawa bikaribim zarokê xwe bidim xwendin?“
Ez gelek li ser vê axaftina wê xanimê rawestiyam û min hizir kir û min maf da wê xanimê.
Ji ber ku ev tişta ku em jî dikin bi awayeke netewayetiye û nîjadperestiye. Em jî dijî netewayetiyê ne.