
Divê rewşenbîr, nivîskar, zana, sîyasetmedar, hunermend û aqilmendên kurdan bersîva van pirsan zelal bikin!
Helbet divê mirov li dijî şer be. Şer çareserîyek herî xerab û qirêj e. Lê ji bona çaresîya pirsan, pir caran şer jî dibe serîlêdanek çareserîyê.
Ji bona çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê, şer metodek çareserîyê ye. Li henber êrîş û pirsa çareserîyê, ev metod jî -her ku ne daxwaz be jî-, ji bêçarî, dibe metodek tercîha çareserîyê.
Ji bona Kurd, li ser axa xwe, zînde li ser ling bimînin û xwe bi rêkûpêk bikin; li Herêma Başûrê Kurdistanê pir tişt ji kurdan tên xwestin. Yek ji wan; organîzekirina jîyana civatê, parastin û ewlehîya Kurdistanê, perwerde û bipêşve birina miletê Kurd e.
Ku ev erkên kurdan, li Herêma Başûrê Kurdistanê, bi rêka dijmin û hinek hêzên siyasî; ku di bin „postê kurdayetîyê“ de bi hemahengîya dijminanre, dijminatîya aborîya welat, serwerîya welat û jîyana rûniştînerên welat bike hûnê çi bikin?
Axa ku bi xwîna 100 hezaran cangorîyan rizgar bûye, ji xwedan xwebexşan re bêt qedexekirin; ku hêzên asayîşê nikaribin herin û li ser axa xwe azad bigerin, hûnê çi bikin?
Di nav bajaran de malên kurdan, bajarên kurdan bişewitînin û bibin sebebê kujtina hemwelatîyan! Hûnê çawa pêşî li wan karesatan bigirin?
Ku ev hêz, bi astengên dijmin re hevpar, bibin êrîşkarên ser ax, ewlehî û jîyana hemwelatîyan û hebûna kurdan, li ser axa Kurdistanê, statûya kurdan li ser wê axê nasnekin û hurmetê ji jîyana kurdên, ku li ser wê axê dijîn re negire hûnê çi bikin?
Bi têkilîyan, bi xwestinan, bi protestoyan ev nehat çareserkirin û tehlûke her mezin bû, hûnê çi bikin?
Di vir de rewşenbîr, nivîskar, sîyasetmedar, hunermend, aqilmend û pîsporên kurdan divê rastîyê şîrove bikin û li gor rastîyê helwestê deynin.
Başûrê Kurdistanê, statûya heyî a li ser axa herêma Başûrê Kurdistanê, hêvîya miletê me ye. Divê parastin û bipêşdebirina vê statûyê esas bêt girtin. Avakirin û parastina mala Kurd esas be.
Bi „di bin postê kurd“ e xerabîyek herî mezin, bi dijminên Kurd û Kurdistanê re têkildar, tê ser axa azad. Bi ti metodên aşitîyane nayê sekinandin û ji van metodan jî fêhm nakin. Bi xwîna kurdan, li ser xwîna kurdan bingeha ticaretek sîyasî têt kirin û kurdan, welatê kurdan, destkevtinên kurdan têk dibin!
Emê çawa pêşî li vê bigirin û çareserîyek aşîtîyane jê re bibîn in?
Beşek ji kurdan dibêjin; „Hun kesên fesadiyê dikin da ku gerîlla û pêşmerge şerên hev bikin, bev dibe şerê birakujî“(!)
Kî şerê kê dike?
Kî êrîşa tîne ser kê?
Kî pêşmergan dikuje?
Kê, 600 gundên kurdan li rûniştîner û hêza ewlehîyên kurdan qedexe kirîye?
Kî li Silêmanîyê şewitandina bajaran, hilweşandin û şelandina malên kurdan, wek „serhildan“ diparêze û di nav van alozîyan de hin piştgir û hin jî di nav de cîhgir e?
Helbet PKK!
Başe çima evên ku van karesatan tînin serê Kurdan, li ser axa azad, vê azadîyê bi çi mercî û ji bona çi bikar tînin?
Ji ber ku Kurd in?
Ne xwe „korucu“ jî kurdin! Çima hûn şerê di navbera „Korucu“ û gerîlayên PKK de wek „şerê birakujî“ nanirxînin?
Heger hûn bêjin; „Misyona Korucuyan mîsyona dewletên dagirker e!“ Ji ber wê nabe „şerê birakujî!“
Ez jî dibêjim; yên ku îro li ser axa azad, ku bi xwîna 100 hezaran xwebexşan hatîye rizgar kirin, mîsyona dijminan girtine ser xwe, axa 600 gundên Kurdistanê dagirkirine û li xwebexşan ew ax qedexe kirine, statûya herêma kurdistanê nasnakin, destkevtinên kurdan li ser wê axê binpê dikin, pêşmergan dikujin, dijmin tînin û li ser wê axê bicîh dikin, çekan li henber pêşmergan bikar tînin, emê çi navî li wan bikin?
Bi ya min; PKK kurdkuj e û karesatên wê û dijmin, xizmetê ji yek armancê re dikin.
Wê kurd çawa li henber vê belayê xwe û destkevtinên xwe biparêzin?
14.12.2020
Şeyhmus Ozzengin
Çavkanî:Facbook a Ozzengin