Polîtîk

Keybanuya Îngiltere bi destê fermandarê ÎRAyê girt

Keybanuya Îngiltere Elizabet a 2., îro bi destê fermandarekî ÎRAyê ku bi salan li dijî Îngiltire şer meşandibû, bi destê Martin McGuinness girt. Martin McGuinness, niha Cîgirê Serokwezîrê Îrlandayê ye. Keybanî Elizabet û Fermandarê ÎRAyê Martin McGuinness, bi minasebeta çalakiyeke hunerî de hatine ba hev û bi destê hev girtin. Ev rasthatina, wek kêliyeke dîrokî hate nirxandin.

Keybanuya Îngiltere Elizabeta 2., bi minasebeta 60. pîrozbahiya derketina ser text, serdana 2 rojan li Îrlandaya Bakur kir. Ev serdan û çalakî, ji aliyê saziyeke civakî a sivîl ve hatiye organîzekirin. Serokê organîzasyonê Peter Sheridan, diyar kir ku, dest dayîna hev a Keybanû Elizabet û MacGuinness, gellekî girîng e û ew jî nîşan dide ku, wêdatirî pevçûnan jiyaneke din destpêkiriye.

Ji bo Keynabû Elizabetê, li Belfastê, li Şatoya Stormontê, bi beşdarbûna 20 hezar kesî partiyek tê lidarxistin.

ÎRAyê, li hemberî rêvebiriya Îngiltere a li Îrlanda Bakur 30 salî têkoşîn meşand. Di sala 1998 an de, peymana aşîtiyê hate morkirin û şer bi awakî fermî bi dawî bû. Piştî peymana aşîtiyê, li Îrlanda Bakur hilbijartin çêbûn û wê  rojê şûnda Îrlanda Bakur bi xweseriyê tê rêvebirin.    

Back to top button