Kultur

Nêçîrvan Barzanî xewnên xwendekaran fêm dike

 

Duhî êvarê roja pêncşemiyê 28.06.2012 li bajarê Hewlêrê, bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê zanîngeha Selahedînê merasimek ji bo meznunkirina xwendekarên xwe li stadyûma şehîd Firanso Herîrî saz kir.

Di merasima dewreya 31-mîn a derçûyên xwendekarên zanîngeha Selahedînê de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeşî kir û pîrozbahî li xwendekarên derçûyî yên zanîngeha Selahedînê û xwendekarên hemû zanîngehên Kurdistanê û malbatên xwendekaran kir û erk û karê mamosteyan bilind nirxand.

Serokê hikûmetê got: ”Ne hikûmeta herêma Kurdistanê û tu hikûmetek li cîhanê nikare hemû xwendekarên derçûyên zanngehan li sektora giştî di nav saziyên hikûmetê de dabimezrîne yan teîn bike.” Lê serokê hikûmetê xwendekar teşwîq kirin ku,  ew xwedî hêzeke mezin a karkirnê ne, weke gênc bi cesaret têkelî hemû warên karkirinê bibin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê alîkariya wan bike.

 

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de daxwaz ji hemû kompanî û şirketên navxweyî û biyanî kir ku di kar û projeyên xwe de fêdey ji şiyan û îmkanên gêncên Kurdistanê werbigirin.

Barzanî behsa xebatên hikûmetê yên di warê peydakirina derfetên karî li herêma Kurdistanê kir û got:

Em, weke hikûmet, dixebitin ku, bi rêya  dabînkirina emniyetê, binyatdanana infrastruktura aboriya Kurdistanê û vejandina ekonomiya Kurdistanê di warên cihê de, zêdetir derfetên karî peyda bikîn.

Projeyê pêdana pêşîneyê zewacê, qerzên biçûk, pêşîneyên avakirina xaniyan dê berdewam be. Hinartina xwendekaran bo dervey welêt ku, hikûmeta herêma kurdistanê li ser dema kabîneya şeşem dest pê kiribû, dê berdewam be û ji bona ku xwendekar baştir fêdey jê werbigirin, tewsiye û rênîşnderên baştir hatîne dan.

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, serokwezîrê Kurdistanê hate ser rewşa siyasiya Îraq û Kurdistanê û got ku ji sedemê wê aloziya siyasî ku nuha Îraq tê de derbas dibe, herwesa ji sedemên wan gefên bi piraktîkî li ser wan prensîpên dewleta nû a Îraqê li ser hatiye avakirin hene, herêma Kurdistanê di qonaxeke nazik û hesas deye.  

 

Barzanî got ku, gelê Kurdistanê jê wêdema ji bo cibicîkirina madeya 140ê di destûra Îraqê de hetiya destnîşan kirin zêdetir çaverê ma, lê blê ne madeya 140ê, ne sînorên Kurdistanê û ne jî pirsa pêşmerge, neft û gazê û dahatiniyên neftê nehatin  çareser kirin.

Nêçîrvan Barzanî ev pirsne weke xalên giring û heyatî bo gelê Kurdistanê wesif kirin û got ku, êdî binpêkirina destûra Îraqê û piştguxistina wan bend û madeyên destûrê yên ku peywendê bi gelê Kurdistanê ve hene nayê qebûl kirin.

Serokê hikûmetê daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir cibicîkirin erk û pêdana mafan têkelî pirsên siyasî neke û got:

Pêwîste hikûmeta federal a Îraqê cibicîkirina wezîfeya xwe li hember hevwelatiyên herêma Kurdistanê û wîlayetan û pêdana mafan têkelî nakokiyên siyasî li Îraq neke. Nabe hikûmeta Îraqê wan  maf û hevbeşîyê li ser herêm û wîlayetan weke karta zixtê bikarbîne. 

Serokê hikûmetê di beşek din ji gotara xwe behsa meseleya neft û  gazê kir û got:

Di van çend salên borî de, hikûmeta Îraqê beşê herêma Kurdistanê ji budceyê û ji mazotê bi dirustî nedaye û di destpêka îsal de û di meha borî jî de, pişka herêma Kurdistanê bi awayekî gelek mezin mazota herêma Kurdistanê kêmkiriye. Eger ji encamê pêngav û siyaseta çend salên borî a hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neft û gazê de nebuya, nuha Kurdistanê di nav vê germê de di rewşeke gelek tirsinak de dijiya. Ji ber ku îro,  kareba çavkaniya sereke a jiyan, xizmetgozarî, karên hikûmetê û sektora taybet û hevwelatiyan e. Eger me ew nekraya li Hewlêr, Duhok, Silêmanî û bajarê Kerkûk a xweştivî nuha jiyan rawestaya.

Serokê hikûmetê got ku, îro ji bo herêma Kurdistanê derfeteke baş heye. Li şûna ku nefta me bibe pereyê wî çekê kurd pê jinav dibirin, ew dibe sedemê pêşkeftin û pêşerojeke geş bo herêma Kurdistanê. Kurdistan li ser nexşeya enerjiya cîhanê  navekê diyar e:

Eger em vê meseleya stratejîk têkelî meseletên berteng yên siyasî û hizbê nekîn,  jiyan û pêşerojeke gele baş bo gelê me dabîn dike. 

 Serokwezîrê Kurdistanê di peyva xwe de careke din tekîd li ser berdewamiya prosesa çaksaziyê (reform) li herêma Kurdistanê kir û got ku çaksazî bûye armanca hikûmetê û pilaneke baş bo daneye û gelek kar jî li ser wê hatiye kirin.

Di merasima dewreya 31-mîn a  derçûyên xwendekarên zanîngeha Selahedînê de, malbatên xwendekaran, wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî, hiujmareke wezîrê.n kurdistanê, berpirsên hizbî û hikumî û serok û mamoasteyên zanîngehê amade bûn.

 

Back to top button