Siyaseta Derve a Tirkiyê
Di 22ê Hezîrana 2012 an de, balafireke şer a Tirkiyê ji aliyê dewleta Suriyê ve hate xistin. Balafira Tirkiyê sînorê ezmanî yê Suriyê îhlal kiribû û Suriya ku şerekî navxweyî dijî û hemû çavên cîhanê li ser e, her tişt da ber çavên xwe û balafir xist. Piştî bûyerê hat sehkirin ku, rayedarên Tirkiyê tiştekî bi vî rengî nedipan. 8 seeta şûnda, lûtkeya qeyrana Suriyê çêkirin û eşkere kriin ku, balafira wan ji aliyê dewleta Suriyê ve hatiye xistin. Pekî wateya vê çi bû? û herkesî çi dipa ji Tirkiyê?
Du rê li ber Tirkiyê hebûn, a ku dihat xuyakirin, an ê şer îlan bikira û xurtiya xwe nîşana cîhanê bida, ku berdêla vê herkes zane ku wê gellekî giran bûya, an jî wê bi rêya dîplomatîk mafê xwe di qada navneteweyî de biparêza ku, heta ev hewldana bi mudaxeleyeke NATOyê a li dijî Suriyê bi dawî nebûya, di her helwestê de dihate vê wateyê; Tirkiyê biçûk hat xistin. Pekî çi bû ku hîn 2 sala berê di navbera Suriyê û Tirkiyê de av derbas nedibû, û heta deriyê sînorên xwe bi hev re vekiribûn.
Gelo tenê Suriye, ma Lîbya, Misir, Iraq û Îran jî ne di heman rewşe de ne? Çi bû siyaseta derve a “bi cîranan re sifir pirsgirêk?” Di nav 2 salan de, bi Suriyê re hat ber şer sekinî. Hîn jî taluka şerekî navbera Suriyê û Tirkiyê derbas nebûye. Her du alî jî, li ser sînor hazirîya şer dikin. Dîsa bi Iraqê re têkilî hate asteke ku Tirkye û hikumeta Iraqê a navendî, hevdu wek dijmin dihesibînin. Tê zanîn, Cîgirê Serokomarê Iraqê Tarik Haşimi, ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve di derbarê wî de biryara girtinê hatibû derxistin, niha li Stenbola Tirkiyê dimîne û vê jî nakokiyek di navbera her du dewletan de peyda kiribû.
Dîsa siyaseta derve a Tirkiyê a ji bo dewletên wek Misir û Lîbyayê. Lîbya, bi mudaxelekirina dewletên derve, rejîm guherand û Serokdewletê Lîbyayê ê 40 sal bi desthilatdarî Muammer Qaddafî, bi awakî hovane hatibû kuştin. Di destpêka bûyerên Lîbyayê de, Tirkiyê mudaxeleke derve a li dijî Lîbyayê bi zimanêkî tund red kiribû lê di demek kin de berevajî vê siyasetek meşand. Û heman tiştî em karin ji bo Misirê jî vebêjin.
Niha tê xuyakirin ku, tenê dostê dewleta Tirkiyê, Kurdistana Federe maye. Pekî 2 sala berê, siyaseta Tirkiyê a li hemberî Kurdistana Federe çi bû? Serok Barzanî wek reîsê eşîreta dihat bilêv kirin. Peyva “peşmerge” wek hekaret dihat bikaranîn. Serî cen meha carê dihatin tehdîtkirin. Niha li Rojhilata Navîn, tenê dost Serok Barzanî maye ji Tirkiyê re. Dîsa jî navê Kurdistanê nadine ser lêvên xwe. Ji bo Tirkiyê, li herêmê mutefîkê tenê û yê ku pişta xwe pêde dike Kurdistana Federe, hîn jî “bakurê Iraqê” ye.
Ne zêde, di 2 sala de, siyaseta derve a Tirkiyê, ji “bi cîranan re sifir pirsgirêk”ê hatiye “bi her kesîre pirsgirêk” ê.