Kêşeya Wîlayeta Musil
Kêşeya Wîlayeta Musil “The Mosul Question – Musul Sorunu” yek ji berhemên nivîskar Rojhilatnas û Dîplomatkarê Rusî Vladimir Fedorovich Minorsky ye.
Babeta vê pirtûkê vekolîneke meydanî, siyasî, dîrokî û nehênî ya hewalgêriyê an ku sîxûriyê ye. Ev pirtûk Rusî hatiye nivîsîn û berê li ser zimanên Ingilîzî, Fransî, Erebî, Tirkî hatibû wergerandin.
Ev pirtûk ji aliyê Welat Tewfîq ve ji bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Pirtûk ji aliyê weşanên Navenda Ismail Beşikcî ya Vekolînên Mirovahiyê li Zanîngeha Dihokê hatiye çapkirin.
Di derbarê zanyariyên di nava vê pirtûkê de wergêr dibêje: Pirtûk ya girêdayî şîroveyên wan eger û encamanin yên bune hêvênê serhildana nakokiyan li ser Wîlayeta Musilê hem li ser asta herêmî û hem yê navdewletî. Hemî rêkkeftinên navbera hevpeyman – dewleta osmanî / hevpeyman – Iraqa Erebî û Şerîf Huseynê Mekkeyî / tirk – Rus/ Fransa – Brîtanya…hwd bigre ji Sykes–Picot, Sanremo, agirbesta Modrus, Sêver, Lozan, Enqere, Cenev, Bruksel û çawaniya kêşana hêla Brukselê û çawaniya hêlana hêla Brukselê ji hêleka demkî ya hêla heta hetayî ya sînorê di navbera Iraq – tirkiyê da, kombunên komeleya gelan yên girêdayî çareseriya kêşeya Musilê û serjimêriyên ji aliyê tirkiye, Brîtanya û Iraqê ve li Musil hatine kirin, helwestên Aşuriyên Nasturî û daxwazên wan di kongreya Parîs da û egerên dijayetî kirina wan bu komara tirkiye, çawaniya bi dawî anîna desthilata tirkiye li Musilê û dagîrkirina wê ji aliyê Brîtanya ve û çawaniya damezrandina Iraqa Erebî…hwd. babetên vê pertukê ne.