PolîtîkRojev

Kesên êrîşê Hewlêr kirîn eşkere bûn!

Di derbarê êrîşa li ser Hewlêr a şevidin şev,Encûmena sayîêa Herêma Kurdistanê daxşyaniyek ku bûyerê zelal dike ragihand.

Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê:

Êrîşa teroristî ya şeva borî li ser Hewlêrê, berdewamiya wan êrîşan e ku bi armanca xistina fişarê li ser Herêma Kurdistanê tên kirin.

Ew droneya ji bo vê êrîşê bi kar hatiye, ji sînorê bajarokê Pirdê ji aliyê mîlîşyaya Hizbullah ve arasteyî Hewlêrê hatiye kirin.

Piştî êrîşê çendîn malperên fermî yên ser bi hêzeke herêmî ve, wek carên pêşî belav kirine ku di vê êrîşê de otomobîlek ser bi Mossada Îsraîlê ve hatiye armanckirin û idîa kirine ku kesek jî hatiye kuştin. Ew dikarin van derew û idîayan bifiroşin raya xwe ya giştî, lê ji bo xelkê Hewlêr û Herêmê yê ku bi çavê xwe cih û cureya êrîş û ziyanên wê dîtine, ev hewlên wan bûne cihê pêkenokê.

Ew vê bangeşeyê dikin, dixwazin şiketî û lawaziya xwe veşêrin, eger na bila ewlehiya nava cergê paytext û bajarên xwe biparêzin. Herêma Kurdistanê ti demê nabe pêgehek ji bo gefa li ser welatên herêmê, di hem demê de jî radigihînin ku divê ew welat rêzê li serweriya xak û gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê bigirin.

Back to top button