Kesayetiyên siyasî pîrozbahiyê li Serok Barzanî dikin
Bi helkefta salvegera heftih û çar saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê hejmarek kesayetî û serkirdeyên siyasî li rêya telefonê pîrozbahiyê li Serok Barzanî dikin.
Êvariya roja 16.08.2020 bi helkefta bîranîna heftih û çar saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê her yek ji birêz Omer Seyîd Elî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyaîst Demokrata Kurdistanê û Belên Abdulla Sekretereê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê û Çiya Newşîrwan Mistefa û Selîm Cibûrî Endam û Serokê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Mesûd Barzanî ve kirin û bi helkefta bîranîna heftih û çar saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Barzanî û serkirdayetî û kadir û endam û alîgirên Partî kirin.
Li van peywendiyên telefoniyan da tekez li ser peywendiyên du alî û hemahengî û dostayetiya di navbera wan kirin.