Cîhan
Kesayetek kurd bû serokê muxalifên Suriyê
Konseya Niştimaniya Suriyê (KNS), piştî civîna duh li Stenbolê lidarxistibû, eşkere kir ku, aktîwîstê Kurd Abdelbassed Sayda serokê nû yê KNSê ye. Konseyê ev biryara xwe wiha îlan kir, “Sayda, piştî Dr. Burhan Galyun, serokê nû yê Konseya Niştmaniya Suriyê hatiye hilbijartin.”
Dr. Burhan Galyun, ji ber fişara meha çûyî ji serokatiya konseyê îstifa kiribû.