Nivîsar

Kesayet di siyasetê de girîng e

Di jiyanê de ji bo her tiştekî pîvanek heye. Di siyasetê de jî hinek pîvan hene, taybetî insanên siyasetê ve mûjîl dibin li himber xwe, hevalên xwe û gelê xwe berpirsiyariyekî li ser milê xwe hildigirin.

Insanên siyasî ji berî her tiştekî divê xwedî kesaetek berz bin ku bikaribin ji kesên dinre jî bibin mînak.

Insanek di rastiya xwe de ji bo çi dikeve di nava partiyekî tu kes nizane. Tişta tê zanîn ewe ku, insanek ji bo baweriya xwe, ji bo xizmetekî ji welatê xwe re û gelê xwe re bike dikeve di nava partiyekî de û siyasetê dike.

Yanî hinek insan ji bo bîr û baweriya û herweha ji bo berpirsiyariya li himber welat û milletê xwe pêk bîne dikeve di nava siyasetê de û kar dike. Lê mixabin hinek insan jî ji bo navên xwe, ji bo berjewendiyên xwe yên rojane yan jî ji bo hinek sedemên ku mirov nizane dikeve di nava siyasetê de.

Xebata insana ya bi salan dide kifşkirin ku ka gelo kesayeta wan  çêwene. Herweha insanek bê ku siyasete jî bike di civata xwe de bi kesayeta xwe tê naskirin û di civatatê de xwedî ehtubarekine.
Lê hinek insan jî hene ku di civatê de tu ehtubarek wan tuneye. Ne kesayetên muhteremin û di civatê de bi hinek nirxên ne baş têne naskirin.

Insanên di civatê de xwedî ehtubar û xwedî kesayetek berz, dema dikeve di nav siyasetê de jî bi kesayeta xwe derdikeve pêş. Tu cara ne hewceyê sifatek siyasî ye ku xelkek ihtirama wî bigirin. Ew bi kesayeta xwe, kar û xebata xwe rengek erênî dide siyasetê. Eger ev kesên bi vî awayî di partiyekî de bibin xwedî sifatek rêxistinî jî, di bin wê sifatê de naperçike û cihê xwe dadigirin.

Lê insanek di civatê de ne xwedî kesayetekî be, kesek derewîn yan jî bê ehtubar bê naskirin, dema di partiyekî de dibe xwedî sifatek siyasî, wê sifatê jî bi xirabî kartîne. Xelkek tenê ji bo xatirê sifata ku girtî qedrekî didinê. Lê roja ew sifat nemînê dibê kesê bê ehtubarê berê. Ji bo van insanan sifat gelekî giring e.

Gelo insanên kesayeta xwe ji sifata xwe ya siyasî distîne , heta çi radeyê dikare bi dirustî xizmetê ji tevgera Kurdistanê re bike? Dema insanek ji bo bîr û baweriya xwe bikeve partiyek siyasî de û herweha helwest û biryarên xwe li gora baweriya xwe bide diyar kirin, car cara kêmasîjî çêbibin dikare xwe ragire.

Lê dema li gora berjewendiyên şexsî yên rojane siyaset bê kirin rewş dibe tiştek din. Ev insan her demî di nava rêxistinan de dibin sedemê nexweşîya da ku bikaribin jiyana xwe ya siyasî berdewam bikin. Tim divê di bin baskê hinekan de bin û zilametiya wan bikin heta bikaribin bibin xwedî sifatek rêxistinî. Wek “darikê Fitnê` ne.

Eger mirov bi çavek berfireh li partiyên siyasî binire, ev kesayetên bi vî awayî di cih de bel dibin.

Belkî jî ji behskirina stratejiyê û perspektifên siyasî gelektir, demekî kesayeta insana ya siyasî bê gotubêj kirin, dê mirov bêhtir bikaribe pêşîya xwe bibîne.

10.5.2013
Dara Bilek

Back to top button