Cîhan
Kerry gihat Bexdayê
Wezirê derve yê Amerikayê John Kerry piştî serdana xwe ya Misrê îro gihat Bexdayê.
Armanca Kerry ji vê serdana Awropa û Rojhilata Navîn ewe ku pereyên ji rêxistina DAÎŞ re têne û hemû rêyên aboriyê li ser wan qut bike.
Herweha hukumeta Maliki ji bo operasyonek leşkerî alîkarî ji Amerika xwestibû. Lê hêja nayê zanîn ku ka dê heta çi radê Amerika arikariya Iraqê aliyê leşkerî de bike.
Tê gotin ku 300 şêwirmendên leşkerî yên Amerikî gihane Bexdayê.